Bi coş û îradeya gelê Efrînê wê Efrîn rizgar bibe 2019-04-22 09:14:14   ŞEHBA -Jinên ku tevlî meşa vegera Efrînê bûn axivîn û gotin: "Bi coş û îradeya gel em ê vegerin li ser axa xwe û ji bo Efrînê her tim di nav çalakiyan de bin."   Bi sedan şêniyê Efrînê û Şehbayê bi dirûşma"Avakirina dîwarên di navbera Efrîn û Şehba de parçekirina xaka Sûriyê ye" bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina bêdengiya dewleta Rûsya a li hember dagirkirina Efrînê herikîn qadan.   Gel bi coşek mezin û bi hilgirtina wêneyên pakrewanên azadiyê careke din berê xwe dan noqta Rusan ya li gundê Keştearê bi xwesteka vegera Efrînê.   'Kes nikarê vîna jina kurd bişkîne'   Zozan Muhemed hestên xwe anî ziman û got: "Li ser navê hemû jinan ez dibêjim tu kes nikare vîna me bişkîne û em parçe kirina xaka Sûriyê qebûl nakin banga me ji hemû dewletan re heye kul li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin."   'Em ê dîwaran bi hêza jin hilweşînin'   Nêroz Şêxos jî helwestên xwe li hember çêkirina sînorên dewleta tirk  anî ziman û got: "Em ji bo Efrînê derketine qadan em ê dîwarên ku Sûriyeyê parçe bike hilweşînin. Bila gelê kurd tevahî rabin li ser piyan ji bo vegera Efrînê."   'Xwesteka me tenê vegera Efrînê ye'   Zekiye Ehmed axivî û got: "Weke gelê Efrînê me berê xwe careke din da noqteya Rusan ji bo vegera Efrînê. Dijmin çi dike bila bike nikare îradeya me bişkîne ji ber ku em xwedî îrade û hêz in. Xwesteka me tenê Efrîn e em ê jî ji bo Efrînê her tim amade bin û di nav çalakiyan de bin."   'Bi riya Rûsya Efrîn hat dagirkirin'   Sayle Hisên jî wiha hestên xwe anî ziman û got:"Em bi coşek mezin hatine li hember noqta Rusan ji bo Efrînê ji ber ku bi riya Rusan Efrîn hat dagirkirin, em ê bi îradeya gel jî vegerin Efrînê."   Meş bi dirûşma 'Bijî berxwedana Serdemê', 'An Efrîn An Efrîn' û  'Şehîd namirin' bi dawî bû.