Endama UPWC Abeer: Divê piştgirî ji bo girtiyên Tirkiye û Fîlîstînê bê dayîn 2019-04-22 09:07:28   Safiye Alagaş   STENBOL - Endama UPWC Abeer Abu Khderî, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên li Tirkiyeyê didomin  û wiha got: “Girtiyên siyasî yên girtîgehên Tirkiye û Fîlîstînê ne sûcdar in, tenê bi doza xwe bawer dikin. Di têkoşîna xwe de mafdar in.  Divê kesên li derve jî piştgiriyê bidin daxwazên wan.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 166’emîn de didome. Li girtîgehên Tirkiye û herêmê jî ji 1’ê Adarê şûnde 7 hezar ketin grevê.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li her derê tê jiyîn û girtiyên Fîlîstînê jî ji ber îşkenceyên li wan tên kirin ketine greva birçîbûnê.   ‘Li girtîgehên Israîlê îşkence pêk tê’   Ji Komîteya Jinan a Fîlîstînê (UPWC) Abeer Abu Khdeîr, binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên Fîlîstînê vegot. Abeer bi lêv kir ku li girtîgehên Israîlê nêzî 8 hezar girtiyên Fîlîstînê hene û got: “Ev girtî niha di grevê de ne. Sedema vê jî ev e ku girtî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin. Rêveberiya Israîlê işinek xistine girtîgehan.  Ev jî nahêle têkilî bê danîn. Her wiha ev dibe sedema nexweşiya pençeşêrê. Bi girtiyan re nexweşiya pençeşêrê zêde bûye. Li dijî van pêkanînan çalakî hene.   Ji bo grev û serhildanê biçewisînin êrîşê girtiyan kirin.  Ji 100’î zêdetir girtî rakirin nexweşxaneyê.  Girtiyên dikevin grevê dixin hucreyan û gazê dikin hucreyan.  Bi taybet hevdîtinên bi malbatan re tên astengkirin. Ji bo berxwedanê bişkînin van polîtîkayan pêk tînin.”   ‘Bi hinceta tehdîda ewlehiyê ava dike ceza tên dayîn’   Abeer daxuyakirin ku ku malbat dixwazin rewşa zarokên xwe hîn bibin û ev mafê wan ê herî xwezayî ye û wiha pê de çû: “Mafê hevdîtin û telefonê jî hatiye astengkirin. Mafên perwerdeyê jî hatine astengkirin. Pirtûkan nadin girtiyan. Nahêlin qeyda zanîngehê bê kirin.  Ji 5 hezarî zêdetir zarokên Fîlîstînî niha di girtîgehan de ne.  Ev zarok di bin temenê 18’yî de ne. Wan dikin hucreyan.  Ji mafên perwerdeyê bêpar tên hiştin. Girtî tenê dikarin bi kesên asta yekem a malbatê re hevdîtinê bikin. Ger ji malbatê kesek berê di girtîgeha Israîlê de mabe, nikare biçe hevdîtinê.”   ‘Li girtîgeha jinan kamera hat bicihkirin’   Abeer di berdewamiyê de destnîşan kir ku li Girtîgeha Hasharon 53 jinên Fîlîstînî girtîne û got rêveberiya girtîgehê li hewşên girtîgehê kamera bicih kirine.  Abeer wiha got: “Girtî ji bo protestokirinê derneketin hewşan.  31 jin ji ber vê bêyî hincet şandin Girtîgeha Damonê.  Tu alavên wan nedanê.  Li girtîgehê nivînên têr tune ne. Odeyên wan pir xerab in. Xizmeta tenduristiyek baş tune ye.”   ‘Dozeke ku girtî pê bawer in heye’   Abeer di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li girtîgehên Tirkiye û Fîlîstînê girtiyên siyasî di berxwedanê de ne û wiha dawî lê anî: “Ev girtî bi vê dozê bawer dikin. Ne sûcdar in. Ne krîmînal in.  Tenê bi dozekê bawer dikin. Parastina vê mafê wek maf dibînin.  Em piştgiriyê didin vê têkoşînê.  Di têkoşîna xwe de mafdar in. Divê kesê li derve piştgiriyê bidin vê daxwazê.”