Nameya Medya Çinar ku çalakiya fedayî pêk anî: Serkeftin a têkoşeran e (1) 2019-04-22 09:04:30   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Medya Çinar a li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî, nameya wê ya herî dawî nivsiye derket holê.  Medya di nameya xwe ya ku ji  pismamê xwe yê di girtîgeha Menemen a Îzmîrê Ahmet Başboga re nivîsiye de wiha dibêje: “Ev berxwedan gihiştiye serkeftinê, serkeftin her tim ya berxwedêran e, wê dîsa ya berxwedêran be.”   Medya Çinar li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîbû û dawî li jiyana xwe anî. Nameya Medyayê ya di 18’ê Adarê de nivîsiye hat bidetxistin. Medya nameya xwe ji  pismamê xwe Ahmet Başboga yê di girtîgehê de ye re nivîsiye.   Medya di nameya xwe de wiha dibêje;   “Ez bi hemû xweşîkahî û pîroziya axa Mêrdînê dibêjim merhaba, te û hevalên te silav dikim. Ez hezkirinên xwe dişînim hêvî dikim hûn hemû baş û bi moral bin.  Bi kelecan û kêfxweşiya li Mêrdînê me, min xwest ji rêhevalê xwe re vê nameyê bişînim. Xwezî tu jî li ser vê axê bûna. Ez ê kêfxweş bûma.  Lê ji rojên xweş re kêm maye.    ‘Hewaya vî bajarî hêzê dide min’   Ez demek kurt ji Mêrdînê dûr mam lê mirov pir bêriya vê axê dike. Tu bi salanî durî. Girêdayîna bi axa xwe ve hestek pir cuda ye. Hewa û axa Mêrdînê, her çiqas di zindanê de bim jî hêzê û kelecanê dide min. Min destpêkê ji bîr kir ku li te bipirsim.  Rêhevalê min, tu çawa yî? Hêvîdar im tu baş î, pirsgirêkek te ya tenduristiyê tune be.    ‘Serkeftin wê ya berxwedêran be’   Di vê navberê de çalakiya heval Leyla Guven belav bû gihişt 7 hezar kesî. Ez vê çalakiya watedar û pîroz silav dikim. Vê çalakiya dîrokî rûpelek nû di dîrokê de vekir. Ev berxwedan gihiştiye serkeftinê. Serkeftin her tim a berxwedêran bû û wê dîsa ya berxwedêran be. Hêviya me ya bi serkeftinê pir mezin e, bi hezaran kesî bedena xwe daye ber mirinê. Wê serkeftin wek her tim ya berxwedêran be. Ez carek din ji hemû hevalan re silavên xwe dişînim. Min xwest ez di çalakiyê de cih bigirim, lê min çi kir nehiştin. Nahêlin hevalên nexweş bikevinê. Hêvîdar im tu jî neketiyê. Ji ber tu di zindanê de kevn î gelek nerehetiyên te hene niha. Hêvîdar im te jî wek hevalên din nekiriye.  Hevalên birîndar û gazî yên nexweşiyên wan ên giran hene ketine grevê. Vê ez xemgîn kirim. Çawa min bihist min got ez jî dikevimê. Lê hevalan nehiştin.   Der barê dageha 28’ê Adarê   Ger tu rûniştina doza me bipirsî jî min tiştekî wisa eletewş nedît ku bê kirin.  Di 25’ê Sibatê de rûniştina me hebû. Ji ber hejmara me zêde bû 5 roj dan me.  Navber dan dozê û gotin dosya hatiye dabeşkirin û ji vir şûnde hûn ê yek bi yek bên darizandin. Hevalan dirûşme berz kirin. Em jî ji ber vê helwestê em ê parastinê nekin.  Daneşîna dozê di 28’ê Adarê de ye. Îhtîmalek mezin wê mutala bê xwendin. Di ya din de wê ceza bê birîn.   Hêvîdar im li ser vê axê aştî pêk bê   Ez roja bihara we pîroz dikim. Hêvîdar im bi vî agirê Newrozê em agahiyên xweş bigirin li ser vê axê.  Rewşa hevalên di grevê de çawa ye. Ez pir silav dikim. Li vir heval baş in.  Ji te û hevalan re pir silavên wan hene. Hevalê min yê bi rumet, ez hatim dawiya nameya xwe. Ji malbata xwe re jî silavê min bêje. Ez Newroza wan jî pîroz dikim. Tu jî baş li xwe binêre. Li tenduristiya xwe baldar be.    ‘Bi hêviya ku li ser axa Mêrdînê em bên cem hev. Silav û rêz.’   Sibê: Nîşeya ku Medyayê rojek beriya dawî li jiyana xwe bîne nivîsiye.