Li Akademiya Jîneolojiyê bi nêrîna jinê li zanistê tê nêrîn 2019-04-22 09:03:22   HESEKÊ - Li Akademiya Jineolojiyê ya Hesekê 25 jinên  ciwan ên ji saziyên civakî yên Rojava perwerdeyê dibînin.   Li Akademiya Jineloji ya taxa Mişêrfê ya Kantona Hesekê dewreyek perwredê dest pê kiriye. Ji saziyên Rojava 25 jin tevlî dewreya di bin dirûşma "Pêşengtiya jinê şikandina tecrîdê ye" bûne. Roja ku me nûçeya dewreya perwerdê amade dikir ji waneya Zozan Sîma hebû.  Rêvebera jinelojî  Zozan Sîma perwerde li ser rola jinê di felsefeya ol û zanistanê de dida.   Endama Komîteya jinelojiyê ya Cizîrê Bêrîvan Yûnis jî derbarê encama ji dewreyê girtî de ev agahî da: "Armanca min ji hatina perwerdê ku zanistê fêr bibim û baş lêkolîn bikim. Ji bo ez karibim zanista Jineolojî  belavî civakê bikim, hewceye despêkê bi xwe hîn bibim."   'Min gelek jinên zana nas kirin'   Bêrîvanê agahiyên derbarê fîlazofên jin ku ji perwerdê girtin de jî jî wiha axivî: "Berê agahiyên min li ser filezofên jin kêm bûn, tenê min navê Haypatya dizanî.  Lê îro di waneya ol û zanistê de em hînî navê gelek fîlazofên jin ên keda wan di felsefê û zanistê de heyî bûn. Gelek filazof û zananyên mêr LI ser keda jinan bi nav û deng bûne. Li pişt gelek mêrên feylosof yên  weke Eflatûn, Aristo û Soqrates. Me dît nêrîna jinên weke Diyatima, Aspasya, Pytias û Arates hene. Berî em bên vê perwerdê me navê van jinan û keda wan a hêja nedizanî."   Bila jin rastiya xwe nas bikin     Endama Komîteya Jineolojiyê ya bajarê Qamişlo Nûr Silêman jî da zanîn ku ji bo ew hîn zêdetir rola jinê di civakê de binase xwestiye tevlî perwredê bibe û wiha domand: "Armanca derbasbûyîna min ji vê perwerdê ku ez bêhtir rola jinê di nava civakê de nas bikim û rastiya jinan bi wan bidim fêmkirin e. Daxwaza min ku hemû jin tevlî perwerdeyan bibin û heqîqeta xwe di nav civakê de nas bikin."