Perwerdeya birdozî ya jinên Şehbayê qediya 2019-04-21 16:13:19   Hesna Muhemed   ŞEHBA - li Şehbayê perwerdeya birdoziyê ya jinên Şehbayê ku hat destpêkirin bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Bi felsefeya feylesofê sedsala 21'emîn Rêber Abdullah Ocelan tevahî jinên cîhanê wê azad bibin."    Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê di 6'ê Nîsanê de perwerdeya birdozî bi navê Şehîd Ayten dest pê kir û bi şahiyekê di  20'ê Nîsanê de bi dawî bû. Rêxistina Kongreya Star beşdarî şahiyê bû û li ser navê Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Sulêman, li ser navê Rêveberiya yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Rîhab Çebo axaftin kirin.  Di axaftinê de girîngî û wateya perwerdê hat vegotin.    'Armanca me pêşxistina jin'   Ji jinên ku tevli perwerdê bûn Rêvebera Akadimiya Şehîd Rojbîn Ereb Narîman Husên axivî û got: "Dewreya me a bi navê Şehîd Ayten ku 15 rojan dewam kir bi tevlîbûna 28 jinan ku pêk hat bi dawî bû. Arman ji perwerdeya hat dayîn pêşxitina fikir û bîrdoziya jinê bû. Bi perwerdeya hat dayîn,  xwenaskirin û zanêbûna me zêdetir bû."   Hemîde Remadan jî bal kişand ser tevlîbûna jinan a perwerdeyê û got: "Jinên kurd û ereb bi hev re tevlî perwerdeyê bûn.  Di perwerdeyê de me xwe na skir û em têgihîştin ku divê  kesayeta jina azad divê çawa be? Bi feylesofê sedsala 21'emîn Rêber Abdullah Ocelan me jinan azad nas kir."   'Bi perwerdê em xwe baştir nas dikin'   Necwe Hico jî ev tişt got: "Di van 15 rojan de me kesayeta jin û cewherê wê baş naskir, ev keda Rêber Ocelan ji bo azadiya jinê ye. Divê tevahî jinên cîhanê li ser felsefeya Rêber Apo bimeşin, encax wiha tevahî jinên cîhanê dikarin azad bibin."    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.