Dayika Aştiyê Muşerref Ulker: Heta denê me derkeve em ê biqîrin 2019-04-21 15:34:17   AMED - Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Muşerref Ulker bertek nîşanî êrîşa polîsan a li dijî dayikan da û wiha got: "Em dayik herdem piştevanên zarokên xwe ne.  Heta ku ji destê me bê em ê biqîrin û dengê xwe û wan bidin bihîstin. Heta ku tecrîd bişê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, derbarê êrîşa tund a polîsan a li dijî dayikên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoserê  daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li ber Rêxistina HDP’ê ya Amedê hat dayîn. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên HDP’ê û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Muşerref Ulker, daxuyanî da û wiha axivî: “Erdogan tim dibêje ‘Bihişt di bin lingê dayikan de ye.’ Kanî bihişt? Weke hemû mirovan mafê dayikan jî heye. Em dengê zarokên xwe ne. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê li gel zarokên xwe bin.”     'Dewlet bi copan êrîşî dayikên 70 slî dike'   Muşerrefê, anî ziman ku polîs bi copan mudaxileyê dayikên 70 salî dike û wiha bilêv kir: “Zarokên me di greva birçîbûnê de ne û bedena xwe ji mirinê re razandine. Em dayikin û kezeba me dişewite. Ji bo zarokên me nemirin, em dibin dengê wan. Zarokên me ji bo bimirin dest bi vê grevê nekirin. Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Ji bo vê jî divê tecrîd rabe. Em nexwazin dayik bigirîn. Me xwest roja Çarşemê em li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan dîsan êrîşî daxuyaniya me kirin û wekîlên HDP’ê birîndar kirin. Em êrîşa polîsan a li ser dayik û parlementeran şermezar dikin.”   'Ev berxwedan girîng e'   Dûre Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê li tevahiya cîhanê belav bûye. Salîha , diyar kir ku îro tecrîd li ser hemû civaka Tirkiyeyê heye û wiha got: “Daxwaza Birêz Leyla Guven çiqas civaki ye, îro ev berxwedan jî ewqas bûye malê civakê. Emê  bi têkoşîna xwe Tirkiyeyê demokratîk bikin. Her cenazeyekê ku ji girtîgehan derkeve, dê berpirsiyarê wê desthilatdariya siyasî be. Dijminantiya Kurdan kirin, dê tu tiştî bi Tirkiyeyê ne de qezenc kirin. Dijminantiya Kurdan her roja diçe winda dike û dê ji vîr û şûn de jî winda bike."    Jinan piştî axaftinê, li dijî tundiya polîsan  laçikên xwe yên spî yên girê dabûn avêtin erdê û êrîşên polîsan şermezar kirin.    Piştî daxuyaniyê dayikan dirûşma “Destên dirêjî dayikan bibin bişikin” berz kirin.