TJA'yê banga li dijî êrîşan berxwedanê mezin bikin kir 2019-04-21 15:04:52   AMED - TJA'yê li ser êrîşên li Gebze û Qoserê ku li dijî jinan pêk hatin daxuyaniyeke da û wiha got "Em wan kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî dayikên bi xavikên spî yên aştiyê hatine kirin qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) êrîşên li Gebze û Qoserê yên li dijî dayikên hatin kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir û li dijî êrîşan banga berwedanê li jinan kir.    TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: Dayikên aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebzeyê nobedê digirin, hebûnê li dijî faşîzmê, aştiyê li dijî şer, pîrozmendiya jiyana civakî li dijî şîdet û zilmê diparêzin. Pêkanîna  li dijî mirovahiyê ya li dayikên aştiyê hate kirin, rûyê qirêj ê dewletê careke din nîşan da.  Heman şîdeta polîsan doh li Qoserê di dema daxuyaniya çapemeniyê de li dijî dayikên aştiyê hat kirin. Êrîşa vê zîhniyeta faşîst, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di vê qonaxa krîtîk a grevên birçîbûnê de dayik bi xavikên xwe yên spî yên aştiyê hewl didin pêşî li mirina mirovan bigirin û dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.    Bi navê Tevgera Jinên Azad, em kiryarên li dijî mirovahiyê yên li dijî dayikan hatine kirin qebûl nakin, şermezar dikin û ji bo darizandina berpirsyaran banga mezinkirina berxwedanê dikin."