Li Basrayê jinek hat qetilkirin 2019-04-21 14:32:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li nexweşxaneya Feyhai ya bajarê Besrayê Iraqê jinek nasnameya wê ne hatî diyarkirin hat qetil kirin û parçekirin.   Li Nexweşxaneya Feyhai ya bajarê Besra yê Iraqê jinek a nexweş hat qetilkirin û parçekirin. Kesê ku ew jin qetil hîna nehatiye gitin û nayê zanîn ku kî ye.     Wezareta tenduristiyê ya îraqê bang kir ku divê lezgîn lêpirsîn derbarê vê bûyerê de were kirin. Wezîrên İraqê jî ev bûyera ku di nexweşxaneyê de çûbûye şermezar kirin û gotin: "Divê hemû sazî  û nexweşxane werin parastin da ku nexweş karibin bi hêsanî tedawî bibin."   Wezîrê tenduristiyê jî daxwaza pêkanîna destûra 9'an ya qanûna parastina bijîşkan a 2009'an kir û wiha domand: " Li her nexweşxaneyekê divê navendek polîsan were avakirin ji bo ku ev bûyerên qetilkirinê neyên dubarekirin."