Roja sêşemê ji bo rakirina tecrîdê li Hesekê meş heye 2019-04-21 14:20:39   HESEKÊ - Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan roja sêşemê li Hesekê meşek girseyî wê were lidarxistin.    Roja sêşemê saet di 10'an de li ser riya Sifeya hemû gel wê kom bibin û heta goristana şehîdan wê bimeşin. Ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya çalekvanên gurava birçîbûnê roja sêşemê gelê Hesekê wê li qadan kom bibin.   Çalakiya girava birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven destpêkiriye, di roja 165'an domdike. Ji bo piştevaniya vê çalakiyê Di serî de li Qamişlo û Tirbespiyê bi dirûşma"Bi ruhê berxwedana zindanan em ê riya serkeftin û rizgarkirinê berdewam bikin." Bi heman dirûşmeyê bi pêşengtiya Kongira Star ji hemû bajaran meş û çalakiyên cur bi cur tên lisarxistin.