Li Mexmure Koma 43 emin çalakî dewr girt 2019-04-21 10:54:37   MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) koma 43’emîn çalakiya greva birçibuyinê dewir girt.    Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocelan ku ev demek dirêje berdewam dike,  çalekiya greva birçibune ya bê dem û bi dorveger a  li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (MEXMUR) bi dewir girtina koma 43’ emîn berdewam dike. Merasima dewir girtina çalakiyê ji bo tevahîya cangoriyên Kurdistanê bi  deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Piştî dewrgirtina çalakiyê li ser navê koma  43’emin Abdullah Kerîm Mijinî axivî û got : “ Tecrîta ku li ser Rêber Apo tê meşandin di heman deme de li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Çalakiya ku di pêşengtiya Leyla Gûven de dest pê kir wê bi ser keve. Banga me ji bo tevahiya Kurdistaniyan ew e ku em li hemberî faşizme bi hevgirtineke mezin tekoşînê bilind bikin.”   Merasîm bi dirûşmên  “Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Zindanan” bi dawî bu.