‘Divê em bi şev û bi roj li kolanan bin’ 2019-04-21 09:12:44   MÊRDÎN - Şukriye Dogan destnîşan kir ku kurê wê li girtîgeha Îzmîrê 47 roje di grevê de ye û got ji bo kurê wê û girtiyên din çay û lîmon jî nayê dayîn û wiha berdewam kir: “Di hevdîtina telefonê ya dawî de got ‘em dest jê bernadin’. Em dayik jî dest jê bernadin, em ê li pey daxwazên wan bin. Hewcedariya dewletê bi wijdanê heye.”   Grevên birçîbûnê yên bi daxwaza bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hatin destpêkirin didomin. Li hinek girtîgehan grevan 100 roj derbas kiriye û ji 1’ê Adarê û vir de jî nêzî 7 hezar girtî çalakiya xwe didomînin. Şukriye Dogan destnîşan kir ku ji 1’ê Adarê û vir de kurê wê yê li girtîgeha Saziya Înfazê ya Alîaga ya Girtîgeha Hejmar 2 a Îzmîrê ye di grevê de ye û got ji bo girtiyan, lîmon, ava fêkiyan û çay jî nayê dayîn.   ‘Girtî moral didin me’   Şukriyeyê daxuyakirin ku kurê wê 47 roje di grevê de ye û wiha got: “Kurê min got çi dibe bila bibe em dest ji grevê bernadin. Bi telefonê geriya. Moralê wî baş bû. Wî moral da me û got ‘Tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser me hemûyan e. Em dest ji grevê bernadin. Çi bê serê me jî em amade ne. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Divê em ji bo zarokên xwe şev û roj li qadan bin. Em li pişt zarokên xwe ne. Em ê ji bo zarokên xwe her tiştî bikin. Em destê zarokên xwe bernadin. Zarokên me kezeba me ne. Em ê ji bo daxazên wan her tiştî bikin.”   ‘Ev ne mirovahî ye’   Şukriyeyê di dawiya axaftina xwe de ji bo Leyla Guven jî silav şand û got: “Leyla di vê pêvajoyê de bû deng, gûh û çavên me. Wê em ji taritiyê em ji bêdengiyê derxist. Em bi zarokên xwe serbilindin. Em dixwazin ji bo wan tiştekî bikin. Girtî di şertên giran de dijîn. Girtiyên di grevê de nikarin ji tiştekî fêdeyê bigirin Çay, lîmonê jî nadin wan. Lê zarokên me wê teqez bigihêjin serkeftinê.”