Meral Daniş Beştaş: Erdogan ji ber sûcê tecrîdê dê bê darizandin 2019-04-20 16:02:51   WAN - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Wanê di panela greva birçîbûnê de axivî û wiha got: “Erdogan ji îşkenceyê, ji sûcê tecrîdê û ji ber kirinên aniye serê gel dê bê darizandin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê  Wanê bi mijara “Ji duh heta îro grevên birçîbûnê û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê” panel li dar xist. Panel li salonek dawetê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr a Wanê Okkeş Kawa, parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Halkların (OHD) Savaş Avci wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. Hevserokê TAY-DER’ê Onder Sogukbulak moderatoriya panelê kir.     Parêzerê OHD’î Savaş Avci ewilî di panelê de axivî û da zanîn ku ji ber bêhiqûqiyê grevên birçîbûnê dest pê kir û got: “Bi rêbazên derveyî qanûnan tecrîd pêk tê.”  Hevserokê DBP’a Wanê Okkeş Kawa jî anî ziman ku hevdîtin mafê her girtiyî ne û got: “Wê têkoşîn bi ser bikeve. Divê tecrîdkirina Ocalan demildest bê rakirin.”    Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyan ku duh li Navçeya Gebzeyê rû da şermezar kir û wiha axivî: “Destên ku dirêjî dayikan bûn dê dawiya wan bîne.” Meral anî ziman ku rojeva wan sereke tecrîdkirina Ocalan e û got: “Ji roja AKP’ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir şûn ve, li dijî gelê kurd faşîzmê birêve dibin. Tişta ku îro em dijîn ne demokrasiye. Dibe ku girtî ceza girti be, lê maf û hiqûqa girtî  heye. Niha tecrîdek girankirî pêk tê. Ev îşkence ye û li dijî qanûn û makeqanûnê ye. Li gorî qanûn û hiqûqa navnetewî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di îşkenceyê de dembihurîbûn nîne.  Erdogan ji îşkenceyê, ji sûcê tecrîdê û ji ber kirinên aniye serê gel  dê were darizandin. Wê gel pêşiya vê yekê bernede. Di heman demê de tecrîd bêçareserî bûn e. Heta tecrîd neyê şikandin em nikarin çareserkirina pirsgirêka kurd biaxivin. Dewlet ji jiyana hemwelatiyek xwe berpirs e. Dewletek ku çavê xwe ji mirinê û vê rewşê re girtiye heye.”    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.