Sebahat û Selma: Berxwedan dê bi ser keve 2019-04-20 14:45:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Sebahat Tûncel û Selma Irmak ku li dijî tecrîda Îmralî di greva birçîbûnê de ne, gotin ku: “Berxwedan wê bi ser bikeve. Şikandina tecrîdê wê destpêka pêvajoyeke nû be.”   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ev 96 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Sebahat û Selma têkildarî berxwedanê peyam şandin. Sebahat û Selma di 15’ê Çileyê de beşdarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li hemberî  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûbûn.   Di peyamê de wiha hat gotin: "Bi hêvî me ku ev pêvajoya berxwedanê ya ku gelek hevrêyên jin beşdar bûne û bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin, wê bi serbikeve. Îro polîtîkaya îzolasyon, tecrîd û ‘hiqûqa taybet’ li Îmralî di şexsê rêzdar Ocalan de tê kirin, li ser hemû gelên Tirkiyeyê tê pêkanîn. Şikandina tecrîdê ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo gelên Tirkiyeyê jî bibe destpêka pêvajoyeke nû.”   Selma Irmak wiha destnîşan kir: "Hemû cîhan, dostû dijmin baş dizanin ku rêzdar Abdullah Ocalan ne kesek e; gelek e, mafê netewa demokratîk, her kesê ku ji azadiyê, mafên mirovan, aştiyê bawer dikin û lêgerîna heqîqetê dikin e. Sîstema tecrîda mutlaq a li Îmralî ku 20 sal e tê kirin sîstema teslîmgirtin, çonkdanîn, cendereya li ser roja îro ya hemû civak û pêşerojê ye. Lê wê encam ne girtiye û wê encam jî negire.”