‘Divê polîs bên cezakirin’ 2019-04-20 14:34:08   AMED - Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun bertek nîşanî dayikên girtiyan ên li Gebzeyê polîs tundiyê li wan dikin da û xwest polîs bên cezakirin.    Desteya Kordînasyona Bajêr (ÎKK) a TMMOB’ê ya Amedê têkildarî tundiya polîsan li dijî dayikên girtiyan ku duh li navçeya Gebzeya Kocaeliyê pêk hat civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Odeya Endezyarên Madenê pêk hat. Nûnerên odeyên girêdayî TMMOB’ê beşdarî civînê bûn.   Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’a Amedê Dogan Hatun da zanîn ku bi mehane li girtîgehên 81 bajarên Tirkiyeyê ji 7 hezarî zêdetir girtî li dijî tecrîdê û ji bo qanûnên pêk werin û ji nûve aştî aj bide di greva birçîbûnê de ne. Dogan destnîşan kir ku dayikên girtiyan ji bo dengê zarokên xwe ragihînin û deng bidin dengê girtiyan her roj li ber girtîgeha Gebzeyê çalakî li dar dixin û wiha got: “Duh Dayikên Aştiyê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsên bi salane ji polîtîkaya bêcezakirinê hêz digirin, bi copan li dayikan dan, wan dafdan û êrîşek sînorê ehlaqê derbas kirine li dijî dayikan pêk hat. Ne mimkin ev êrîş were qebûlkirin. Li dewletên îda dikin ku dewleta hiqûqê ne êrîşek wiha asayî nayê dîtin û li dijî wê bêdeng jî namîne. Yên ku ji bo êrîşên Îsraîlê li dijî Filîstiyan her roj li ser piya ne û şermezar dikin, lê ji tundî, zilm û îşkenceya li dayikan kurd tê kirin kerr û kor dimînin û sê meymûnan dileyîzin. Destên xwe yên qirêj ji ser dayikên me rakin. Bila ew kesên êrîşa kirêt kirine bên cezakirin.”