Şêniyên Tirbespiyê ji bo Leyla Guven meşiyan 2019-04-20 14:24:11   QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê riya serkeftin û azadiyê berdewam bikin", şêniyên navçeya Tirbespiyê di pêşengtiya Kongreya Star de meşek li dar xistin û piştevaniya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan.   Rêxistina Kongreya Star bi armanca pêşengtiya çalakiya Leyla Guven û hevalên wê di roja 164'an de ji bo şikandina tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tevlîbûna bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk, meş lidarxist. Meş ji navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê dest pê kir û li pêşiya navenda Meclisa navçeyê veguherî mîtingê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven, alên Kongreya Star hatin hilgirtin.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêvberiya Kongreya Star ya navçeya Tirbespiyê Nalîn Temo axivî, Nalîn wiha got: "Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind dikin ji bo çalakiya Leyla û rêhevalên wê. Wê jin hemû destek bin û bi yek dengî bang bikin heta armanca Leyla û hevalên wê pêk were."    Meş bi dirûşma' Bijî Berxwedana Leyla, Bijî Berxwedana Zindanan' bi dawî bû.