Dayikên Şemiyê: Jin jiyanê diafirînin, dest jinan nedin 2019-04-20 14:23:09   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya çalakiya xwe ya 734'emîn de rewşenbîrên Ermenî yên ku di 24'ê Nîsana 1915'an de hatin windakirin bi bîr anîn. Her wiha dayikan gotin:"Herî baş em fam dikin ku dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê çi jiyane. Ew ji bo zarokên wan bijîn têdikoşin. Heqaret li wan hat kirin. Bi tundiyê rû bi rû hatin hiştin. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Jin jiyanê diafirînin, dest jinan nedin."   Dayikên Şemiyê di hefteya 734'an a çalakiya xwe de xwestin li Qada Galatasarayê li aqubeta xizmên xwe bipirsin lê dîsa ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê li ser astengiya polîsan li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) ya Stenbolê daxuyanî dan. Kuçe dîsa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de Mirovên Şemiyê tşortên li ser wêneyên windayan hebûn li xwe kirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qurnefîl hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    '26 zarok hatin windakirin'   Vê hefteyê daxuyanî Endama Komisyona Windayan a ÎHD'ê Besna Tosun da. Besna got:"Di navbera salên 1992-1997'an de li Êlih, Bedlis, Çewlik, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya, Gever, Licê yên di bin rewşa awarte de, 26 zarok di bin  çavan de hatin windakirin. Di girteyên dadgehan û di fezlekeyên dozgeriyê de windakirina 26 kesî ya di bin çavan de tê diyarkirin. Tevî serîlêdanên malbatan ev yek bê encam ma. Divê kiryar bên cezakirin."   Besnayê da zanîn ku li Bajarokê Mirikê yê Dêrsimê Dilek Serin a 3 salî, li Şirnexê Îlyas Dîril ê 12 salî, li Geverê Munir Saritaş ê 13 salî, li Licê Metin Budak ê 14 salî tevî bapîrê xwe û gelek zarokên din hatin windakirin. Ji bo dîtina kujerên van zarokan dewletê gavên berbiçav neavêtiye.    '174 Ermenî di bin çavan de hatin windakirin'   Besna di heman demê de anî ziman ku ew ji bo akibeta 174 Ermeniyên ku hatine windakirin jî hatine gel hevdu û got:"Ev 734 hefteye ku dixwazin windayan bidin  jibîrkirin. Lê em ji bîr nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Dest dayikên me nedin'   Piştre xweşka Hasan Ocak ê ku di bin çavan de hatibû windakirin, Maside Ocak axivî. Maside got:"Em dizanin êşa ewladan çawa ye. Çimkî em nebûn şahid em jiyan. Em hîn jî dijîn. Do dayik li ber Girtîgeha Gebzeyê hatin deldan. Herî zêde em ji halê dayikan fam dikin. Jin jiyanê diafirînin, dest jinan nedin."   '24'ê Nîsana 1915'an mîlada destpêkirina nebaşiyê ye   Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan got:"24'ê Nîsana 1915'an mîlada destpêkirina nebaşiyê ye. Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Me do dît ku çi bi serê dayikên me de anîn. Kesên ku heqaret li dayikan kirin û yên ku bû sedema vê heqaretê mohara xwe li binê alçaxiyê xistin."