Zehra Dogan wêneyê Lîsa Çalan û têkoşîna dayikên li Gebzeyê xêz kir 2019-04-20 12:05:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger-Wênesaz Zehra Dogan li Amedê di encama bombeya 5'ê Hezîranê de du lingên xwe winda kiribû. Lîsa niha bi lingên protez jiyana xwe didomîne. Zehra Dogan wêneyê Lîsa  yê hezkirina jiyanê xêz kir. Her wiha Zehra Dogan wêneyê dayikên li Gebzeyê yên ji bo zarokên xwe yên gireva birçîbûnê nobet digirtin û bi êrîşa polîsan rû bi rû man xêz kir.    Di 5'ê Hezîrana 2015'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyona Amedê bi dirûşma "Mirovatiya mezin" mîting li dar xistibû. Li cihê mîtingê bombe hatibûn teqandin û di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 210 kes jî birîndar bûbûn.    Di komkujiyê de Sînemager Lîsa Çalan jî birîndar bûbû û du lingên wê jê bûbûn. Lîsa ev 3 sal in têkoşîna jiyanê didin. Lîsa li Avusturalya emeliyat bûbû û niha li Tirkiyeyê jiyana xwe didomîne.    Herî dawî Lîsa beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bûbû û govend gerandibû.    Rojnameger-Wênesaz Zehra Dogan wêneyê Lîsa  yê hezkirina jiyanê xêz kir.   Êrîşan  li dijî dayikan xêz kir   Di heman demê de Zehra wêneyê dayikên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne xêz kir. Zehrayê wêneyê êrîşa polîsan a li dijî dayikan xêz kir.