Der barê polîsên li Gebze îşkence li dayikan kir lêpirsîn vekirin 2019-04-20 10:32:37   STENBOL - Walîtiyê der barê polîsên ku li pêş Girtîgeha Gebze neheqî û îşkence li dayikên ku ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di grevê de ne, kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Walîtiyê diyar kir ku polîsan armanca xwe derbas kirine.    Duh dayikên ku li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gebze bi armanca balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin rastî tuntî û mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi jopan bi awayekî dijwar û tund dayik dahftan û neheqiyên giran li dayikan kirin. Li ser vê gelek kesî bertek nîşan dan. Piştî dayik meşiyan û ji cihê çalakiyê bi dûr ketin polîsan da dû wan û polîsekî sivîl bi jopê di dest xwe de li pişta wan da û dahf dan. Piştî dîmenên vê yekê li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşan da. Piştî bertek zêde bûn Walitiya Kocaeliyê daxuyanî da û diyar kir ku polîs erk û armanca xwe derbas kiriye. Walitiyê anî ziman ku der barê polîs de lêpirsîna ewlehiyê daye destpêkirin.     Malbatan di 9'ê Nîsanê de bi armanca biştgiriyê bidin çalakiya girtiyan û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin, li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gembze dest bi çalakiya nobetê kirine û didomînin. Malbat îro dîsa wê bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê saet di 12.00'an de li pêş girtîgehê kom bibin.