Li TOKÎ'yên li Nisêbînê piştî baranê xesarên mezin çêbû 2019-04-20 09:12:50   MÊRDÎN - Li avahiyên TOKÎ yên Nisêbînê, ji 11 etaban 7 heb bi peşkê teslîmê malbatan hat kirin û li navçeyê di hefteya dawî de ji ber barana dibare hîna kes li avahiyan bi cih nebûye û derket holê ku xesarên mezin di avahiyan de çêbûne.   Li Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de piştî qedexeyên derketina derve û pevçûnan şûnde 6 tax hatibûn hilweşandin. Li navçeyê nêzî 6 hezar avahiyên TOKÎ hatin çêkirin û 4 tax wekî 11 etab hat veqetandin û di rojên borî de teslîmata ewil hat kirin. Tê gotin ku malbatên mifteyên xwe girtine wê di rojên pêş de bicih bibin.   Peşka 7 etaban hat kişandin   Li taxên Dîcle, Firat, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa ku hilweşîn pêk hatibû di mehên havîna 2017’an de hîmê TOKÎ hatibû avêtin. Mifteya ewil a avahiyan di rojên borî de hatibû teslîmkirin. Her wiha peşka etaba 7’emîn jî di rojên borî de hat kişandin û avahî teslîmê malbatan hat kirin.   ‘Bi baranê re xesarek mezin derket holê’   Tê îdiakirin ku malbat wê hefteyên pêş de bikevin xaniyên xwe. Piştî peşkê sererastkirina derdorê ya hatiye kirin jî malbatan dike fikaran. Li navçeyê di hefteya dawî de bi barîna baranê re xaniyê ku hîna kes lê bicih nebûye, yek bi yek dirizin û ji aliyê gel ve di çapemeniya civakî de hat parvekirin. kevirên parke yên li avahiyan hatiye raxistin jî ji cih derketin û rayedarên Wezareta Derdor û Bajarvaniyê gotibû ‘xaniyên modern’. Dîmenên di çapemeniya civakî de hatin parvekirin jî malbat xistin fikaran.   Bersiv nedan daxwaznameyan   Piştî hîm hatin avêtin şûnde nêzî 40 hezar malbat çûn Walîtiya Mêrdînê û der barê zirara aborî de daxwazname dabûn. Daxwaznameyên du sal berê hatibûn dayîn hîna nehatine bersivandin.