'Ez ji xizmeta ji bo tenduristiya mirovan hêzê digirim' 2019-04-20 09:01:42   Rûken Goman    HESEKÊ - Bijîşka Nexweşiya Dil Nemam El Gefûrî derbarê xwe ya Rojavayê Kurdistanê û derbarê rewşa tenduristiyê ya li Kampa Holê de wiha got:"Armanca hatina min ez xizmeteke mirovahî bidim hemû nexweşan. Bêyî ku ez cudatiyê di nava nexweşan kim ez bi wan re eleqedar dibim. Ev karê mirovahiyê ye. "   Bi armanca ku jiyana her kesî were parastin, Bijîşka Nexweşiya Dil Nemam El Gefûrî ya ji Siwêdê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê û alîkariya nexweşan dike. Vê care jî Bijîşk Nemam li Kampa Holê bêyî cudatiyê di nava mirovan ke, xizmeta tenduristiya mirovan dike. Nemamê wiha got:"Ez ji xizmeta ji bo tenduristiya mirovan hêzê digirim. Ez peywira xwe bi kêfxweşî bi cih tînim."   'Armanca min  xizmeta mirovahiyê ye'    Bijîjk Nemam El Gefûrî wiha qala kar û xebatê xwe dike: "Her dem ez berê xwe didim Kurdistanê ne tenê Rojavayê Kurdistanê  li çar parçeyên Kurdistanê ez digerim. Armanca min jî ew e ez alîkarîyê bidim her çar parçeyên Kurdistanê, jin û zarokên ku êş û nexweşî ji ber şer dikişînin ez wan derman bikim. Ji ber wekî em dizanin di rewşên wiha de kêm bijîşk û kêm derman heye, ji bo wê jî dema ez bêjim ku ez bijîşk im helbet divê ez erka dermankirina hemû mirovan bigirim ser milê xwe, ev xizmeteke mirovahiyê ye û divê her bijîşkek xwedî  li êrka xwe ya mirovahiyê derkeve."   'Ez bi wijdanî bijîşkiya xwe li Kampa  Holê dikim'   Bijîşk Nemam  di derbarê ziyareta xwe ya li Kampa Holê wiha got: "Wekî bijîşk min berê xwe daye  kampa holê ya ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê dimînin. Armanca min a sereke ez jin û zarokan derman bikim, ji ber tu sûcê zarokan bi tiştê ku malbatên wan kiriye nîne. Li vê derê ez rastî gelek zehmetiyan têm ji ber gelek ji van malbatan naxwazin ez derbasî nava zarokên wan bibim û wan derman bikim, DAIŞ heyanî fikrê reşiyê bi yê mirovahiyê ve girê didin, ji bo wê jî ez hewl didim karê xwe bi cih bikim û bi wijdan  xebat  bikim, ji ber karê bijîjkiyê bê sînor e . Armanca hatina min ez xizmeteke mirovahî bidim hemû nexweşan. Bêyî ku ez cudatiyê di nava nexweşan kim ez bi wan re eleqedar dibim. Ev karê mirovahiyê ye. "   'Dive dewletên Navneteweyî berpirsiyariya malbatên çeteyan bigirin li ser milê xwe'    Nemam El Gefûrî herî dawî li ser gerandina xwe di nava kampa ku malbatên çeteyan lê dimînin wiha got: "Bi  gerandina min a li nava kampê ez bûm şahidê gelek tiştî. Ez bûm  şahidê jiyana wan, fikrê wan ên reş ku di mêjiyê wan de hatiya rûniştandin. Ya din jî zilma ku DAÎŞ'ê li ser mirovan dikirin hatiye çi astê. Lê karê bijîşkiyê karekî wicdanî ye. Loma min cudatî nexwist nava mirovan dema ku min ew derman kir. Weke çeteyên biyanî yên li vir mane xwestekê wan, hin ji wan bi fikra xwe bawerin û hin ji wan jî hatine xapandin. Ji bo wê jî divê dewletên navnetewî erk û berpirsiyariya vê yekê bigirin ser milê xwe. Ji ber eger ev çete neyên darizandin wê careke din bibin belaye serê cîhanê. Banga min ku her dewletek berpirsiyariya darizandina çeteyên xwe bigirin ser milê xwe û wan bide mûhasebekirin."