ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-20 09:00:00   *Bijîşka Nexweşiya Dil Nemam El Gefûrî derbarê xwe ya Rojavayê Kurdistanê û derbarê rewşa tenduristiyê ya li Kampa Holê de wiha got:"Armanca hatina min ez xizmeteke mirovahî bidim hemû nexweşan. Bêyî ku ez cudatiyê di nava nexweşan kim ez bi wan re eleqedar dibim. Ev karê mirovahiyê ye. " DÎMEN HEYE   *Zubeyde Zumrut bertek nîşanî ku YSK’ê mazbata daye namzetê duyemîn, da û got: “Em ê îrade û destkeftiyên gel nedin xespkaran. Me mazbatayên xwe di 31’ê Adarê de girt. Mazbata YSK’ê ji bilî fermiyetê tu tiştî îfade nake. Baglar ya me ye û bila kêfa kesî neyê û nebêjin ‘me Baglar girtiye’.” DÎMEN HEYE   *Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, diyar kirin ku divê wezareta dadê êdî peywira xwe bîne cih û gotin: “Divê tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên cih.” DÎMEN HEYE   *Li avahiyên TOKÎ yên Nisêbînê, ji 11 etaban 7 heb bi peşkê teslîmê malbatan hat kirin û li navçeyê di hefteya dawî de ji ber barana dibare hîna kes li avahiyan bi cih nebûye û derket holê ku xesarên mezin di avahiyan de çêbûne. DÎMEN HEYE