ÎHD: Di 2018'an de 673 mirov hatin kuştin, li 4 hezar û 513 kesan îşkence hat kirin 2019-04-19 16:18:44   ENQERE - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora binpêkirina mafan a 2018'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di nava 2018'an de 32 jê zarok bi giştî 673 mirov hatin kuştin. Peywirdarên fermî 4 hezar û 513 caran îşkence li mirovan kir. Nêzî 10 hezar mirov hatin binçavkirin û Hezar û 107 kes hatin girtin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bang li rayedaran kir û xwest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û pêvajoyek nû bidin destpêkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora 2018'an ya Tirkiye li Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi raya giştî re parve kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyanî da. Turkdogan, berya raporê aşkere bike geşedanên dawî nirxand û wiha got: "Li Tirkiye binpêkirina mafan zêde ye. Divê hikûmet bi lez gavan bavêje. Divê hikûmet gavên paqijkirina rê bavêjin û rê vekin. Dîsa divê teqez hiqaşên Makeqanûna Bingehîn bîne rojevê. Ji bo vê yekê jî divê pêvajoya nû ya aştiyê bê destpêkirin. Ev pêvajo jî bi rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan pêkan e."    Ozturk rapor wiha aşkere kir:    Mafê jiyanê:    *Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê di sala 2018'an de 20 ji aliyê polîs û eskeran ve hatine kuştin. 15 kes birîndar bûne. Li ser sînor 10 kes bi guleyên ne diyar hatine kuştin. 41 kes birîndar bûne. Di şerê çekdarî de 107 esker, polîs û cerdevan hatine kuştin. 391 militan, 4 jê sivîl bi giştî 502 kes hatine kuştin. Di vê serdemê de 236 esker, polîs û cerdevan birîndar bûne. 6 militan û 4 sivîl bi giştî  246 kes birîndar bûne. Esker û polîsan bi maşîneyên zirxî 7 kes kuştin û 26 kes jî birîndar kirin.  3 kes bi mayîn û teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan. 22  kes birîndar bûn. Li Girtîgehan 23 kes û di bin çavan de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 10 kes li eskeriyê bi awayekî şik hatine kuştin. Li gorî Meclisa ÎSÎG'ê 1923 karker hatine kuştin. 39 jin bi îdîaya întihar kiriye jiyana xwe ji dest dane. 320 jin jî bi tundiya mêr hatine kuştin. 18 jinên hewl dan întihar bikin birîndar bûne. 832 jin jî ji ber tundiyê birîndar bûne.  21 zarokan întîhar kiriye. 51 zarok hatine kuştin. 502 zarok rastî tundiyê hatine. 44  zarok li dibistanê rastî tundiyê hatine.    Muameleya xerab   356 kes rastî lêdanê hatine. 246 ji xeynî binçavan rastî lêdanê hatine. 2 hezar û 598 kes di mudaxaleyên polîs û eskeran de bi giştî 2 hezar û 719  kes rastî îşkenceyê hatine. Hezar û 149 kes li girtîgehê rastî îşkenceyê hatine. 160 kes rastî zordariya sîxuriyê hatine. Di civîn û daxuyaniyan de polîsan mudaxaleyên pir hişk kirine. êrîş vegeriya ye asta îşkenceyê. 28  kes bi zorê hatine revandin. piştî rastî işkenceyê hatine serbest hatine berdan. 160 kes hem di bin çavan de û hem jî li deve rastî îşkence û sîxuriyê hatine.  Di pêvajoya OHAL'ê de li girtîgehan binpêkirina mafan, îşkence û cezayê hucreyan zêde bûye. Girtî rastî lêgerîna tazî, li ser piyan jimartinê hatine. Dîsa rastî lêdanê hatine. Girtî rastî sucdariya "Terokîst" hatine û li gorî vê yekê muameleya xerab bi wan re hatiye kirin. Girti di odeyên yek kesî û şertên izolasyon/tecritê de mane. Ev zexta li ser girtiyan didome.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzerênk xwe re ji 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an û şûnde tu carî bi malbatê re bi tu awayî hevdîtin pêk neanîye û tenê 2 caran bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiriye. Şertên tercîdê didome. Mefê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. dema sewqî saziyên tipê dikin destê wan kelepçe dikin û rastî muameleya xerab tên.  Dîsa li gorî daneyên ÎHD'ê yên 7'ê Nîsana 2019'an bi giştî 458 girtiyên nexweş hene. Girtî di rapora tenduristiyê de pirsgirêkênk pir mezin dijîn. Li girtîgehan herî kêm 23 girtiyan bi awayekî şik jiyana xwe ji dest dane. Li gorî serlêdanên ÎHD'ê herî kêm Hezar û 149 kes rastî muameleya xerab hatine. 2 hezar û 885 kes ji rastî binpêkirinên mafên ragihandin, tenduristi û civakî hatine. Bi giştî 4 hezar û 034 kes mafên wan hatiye îhlalkirin.    *Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi grevê kiriye û li 86 girtîgehên Tirkiye zêdeyî 3 hezar girtî li dijî tecridê di greva birçîb^Funê ya bêd8em û bêdorveger de ne.    Pirsgirêka Kurd    Îktîdar ji bo çareseriya pirsgir3eka kurd gavên ji dil navêje. Pişti hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an şerê çekdarî hatiye destpêkirin û ji wê demê heta niha binpêkirina mafan zêde bûye. Di vê pêvajoyê de kolan hatine qedexekirin û li Jêrzemîna avahiyên Cizîrê 130 û 189  kes jiyana xwe ji dest dane. Her çend malbatan serlêdana sûc kiribe jî der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Di Cotmeha 2018'an de 120 kesan gilî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê kirine. Dozger der barê 72 serlêdanên sûc de biryara bêşopandinê dane û tû lêpirsîn nedaye destpêkirin.    Li herêmê 43 caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Mafê 1 milyon û  809 hezar kesan bi awayekî keyfî hatiye binpêkirin. Li şûna 99 hevşaredaran qeyûm hatiye tayînkirin. 50 hevşaredar hatine girtin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û li gel wî 16 parlamenter hatine girtin. DMME di 20'ê Mijdara 2018'an de biryara berdanê da, lê dîsa hêj girtî ye.    Bi KHK'ê serdema OHAL'ê 178 saziyên medya hatine girtin. 133 rojname û saziyên weşanê rastî ceza hatin. 171 xebatkarên çapemeniyê girtî ne.    Konseya Yekîneya Tabibên Tirk (TTB) di 24'ê Çileya 2018'a de ji ber şer şermezar kirin hatin binçavkirin. 5 endamên KESK'ê bi KHK'ê hatin îxrackirin û pêvajoya darizandinê didome.    * Di 16'e mijdara 2018'an de 13 akademisyen û parazvanen mafên mirovan hatin binçavkirin û 12 hatin berdan û Yigit Aksakoglu hat girtin. Karsaz Osman Kavala û Yigit Aksakoglu hêj girtîne.  Bi fermana walîtiyê li 25  bajaran mafê çalakî û xwepêşandanê hatiye qedexekirin. Polîsan di çalakiyan de bi giştî 849 caran mudaxaleyî çalakiyan kiriye.    Binpêkirina mafê jinê    39 jin neçarî întîharê mane. bi giştî 359 jin hatine kuştin. 823 jin rastî tundiyê hatine. Li gorî daneyên fermî bi deh hezaran jin rastî tundiyê hatine. Jinan tevî heû qedexe û astengiyan di  8'ê Adarê de daketine kolanan û pîrozbahî pêk anîne. Walîtiyê mafê çalakiyê yên li Wan, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Colemêrg, Elazigê qedexe kiriye. Li Enqere; Tekîrdag, Kocaelî di mudaxaleya polisan de herî kêm 31 jin hatine binçavkirin.    * Walîtiya Mêrdînê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya jinan qedexe kiriye.