Serîhildana malbatên li Gebzeyê didome 2019-04-19 15:10:02   STENBOL - Li Gebzeyê polîsan carek din mudaxeleyî çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kir. Malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” bersiv da mudaxeleya polîsan.    Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Malbat di roja 11’emîn de jî çûn ber girtîgehê. Polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” çalakiya xwe domandin û demek li vir çalakiya rûniştinê li dar xist û pişt re polîsan xwest çalakiya xwe bi dawî bikin.    Polîsan bi ava şid mudaxale kirin   Malbatan diyar kir ku ew mafên xwe yê demokratîk bikar tînin û dê çalakiya xwe dewam bikin. Polîsan bi ava şid a TOMA’yê mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin. Malbatan bi dirûşm, çepik û lîlandinê bersvi da mudaxeleyê û belavî kolanên derdorê bûn. Malbatan kêliyek li vir bendemayîna xwe domandin û diyar kirin ku dê sibê jî çalakiya xwe dewam bikin.