Çalakiya grevê ya xizmên girtiyan berdewam dike 2019-04-19 14:19:55   WAN - Çalakiya xizmên girtiyan ku bi armanca piştevaniya bi çalakgrên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê di roja duyem de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin di roja 163'emîn de berdewam dike. Piştî ku Leya Guven çalakî da destpêkirin li girtîgehan û gelek deverên din jî grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û berdewam dikin. Xizmên girtiyan ên Wanê jî bi armanca piştevaniya bi girtiyan re li avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê çalakiya grevê dan destpêkirin. Çalakiya xizmên girtiyan ku ji aliyê koma 3'emîn ve hat dewergitin di roja duemîn de berdewam dike.    Herwiha serdana çalakiya xizmên girtiyan jî berdewam dike.