Jina ku bi ser mala wê de hat girtin hat tehdîtkirin 2019-04-19 13:42:50   ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de hat îdakirin ku polîsekî jinek tehdît kiriye û  gotiye, "Zimandirêjiyê neke binêre ezê li te bidim."   Serdegtinên malan ên li Cîzrê roj bi roj zêde dibin.  Di van serdegtinên ku tên kirin de hat îdakirin ku li taxa Cûdî bi ser mala  F.T. de hatiye girtin û li malê jinek û 3 zarokên wê hatine tehdîtikirin. Polîsê ku di pacê re ket hundir ji jina xwediya malê re got, "Zimandirêjiyê neke ez ê li te bidm."