ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-19 09:00:00   *Roj bi roj li cîhanê û gelek welatan bûyerên qetilkirin, tecawiz, îstîsmara zayendî ya li dijî jinan zêde dibin. Mixabin li dijî vê yekê tedbîrên mezin nayên girtin û xebatên berfireh nayên kirin. Kesên ku îstimarê û tundiyê dikin an cezayên wan tên sivikkirin an serbest tên berdan. Li welatên ku dibêjin em mafê jinê diparêzin û jin ji bo civakê girîng e jî tundî û zordestiya li dijî jinan didomin. JI PÊNÛSA JINAN   *Qedexeya nêçîra Încî Kevalî ku yekane cureyê masiyên di Gola Wanê de dijî, dest pê kir û Benda Masiyan a Erdîşê ku lê koçberkirina masiyan dest pê dike, rastî eleqeyek mezin tê. DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Kongreya Star  Foza Yûsif di derbarê geşedanên siyasî yên li tevahî Sûriyeyê nirxandin kir û got: "Ger  komcivînên siyasî encam bigirin, pêwîst e îradeya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de mayinde bibe, ji bo pêşerojeke azad ji tevahî gelê Sûriyeyê re divê azadî, wekhevî û aramî bê xwestin."DÎMEN HEYE   *Ji girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê yên ji 1’ê Adarê de di grevê de ne, Esma Ayaz, da zanîn ku tevî hemû zextên rêveberiya girtîgehê moralê wan gelek baş e û wiha got: “Em bawer in ku serkeftin ya me ye. Heta em bi dest nexînin em dest ji vê grevê bernadin. Encam çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin. Em bawer dikin, hûn jî bawer bikin.”   *Piştî mirina bi guman a Rabîa Naz, bavê Şaban Vatan lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dike û got hewldana girtina serê bûyerê ewil ji şaredarê berê yê Eynesîl Coşkun Somuncuoglu hatiye û piştre jî Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Nurettîn Canîklî ketiye dewrê. Şaban da zanîn ku kî berpirs e divê cezayê xwe bikşîne.   * Çalakiyên greva birçîbûnê yên li hember tecrîdê her diçin zêde dibin û xizmên girtiyên di grevê de jî diyar kirin ku li cihê zilm hebe berxwedan dest pê dike û bang li hemû aliyan kirin ku deng bidin dengê girtiyan.DÎMEN HEYE   *Li Îdirê ku HDP’ê ji sedî 50,10 deng girt û be ser ket, di çarçoveya îtîraza tifaqa AKP û MHP’ê de, dengên 70 sindoqan ji nû ve hatibûn jimartin, lê encam neguherî bû. Têkîldarî serketina HDP' hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk nirxandin kir.  BI DÎMEN