'Şaredartiya dil nekirine, şaredartiya serşokê kirine' 2019-04-18 15:28:17   AMED - Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli piştî ku ode û serşoka şatafatî ya qeyûm eşkere kir îro jî dîmenên odeya şatafatî ya Midurê Giştî yê DÎSKÎ’yê bi raya giştî re parve kir.    Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli roja ku wezîfeya şaredariyê dewr girt, di heman saetan de dîmenên ode û serşoka şatafatî û luks a qeyûmê Amedê Cumalî Atîlla parve kir û teşhîr kir. Mizrakli piştî dîmenên odeya qeyûm, îro jî dîmenên ode û şerşoka Midurê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) di hesabê xwe yê medya civakî de parve kir. Di dîmen de tê xuyakirin ku ode û serşoka midurê DÎSKÎ’yê jî luks hatiye çêkirin.    Selçûk dîmen bi van gotinan parve kir: “Odeya midurê giştî yê DÎSKÎ’ya Amedê… Şaredartiya dil nekirine, şaredartiya serşokê kirine.”    Piştî ku di mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya Amedê hat kirin, Ahmet Karadag ji Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê anîn û tayînî Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ kiribûn. Piştî ku demek wezîfeya xwe kir bi qeyûm re pevçûn û Karadag tayîna xwe xwest. Bi dû Karadag re M. Firat Tutşî yê li Karê Avê ya Dewletê (DSÎ) dixebitî anîn kirin wekîlê midurê giştî yê DÎSKÎ’yê. Qeyûm Atîlla piştî hilbijartina 31’ê Adarê çend roj şûn ve tevî ku rayedariya wî tunebû jî Firat Tutşî tayînî Miduriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê kiribû.