Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan 2019-04-18 15:07:08   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 808’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 808’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.   Parêzerên  Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve serlêdan dikin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.