Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rêza 157’emîn de ye 2019-04-18 12:08:36   ENQERE - Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) Tirkiye di çapemeniya azadiyê de di rêza 157’emîn de cih digire.    Rêxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) a navenda wê li Parîsê ye Endeksa 2019’an a Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê eşkere kir. Di vê lîsteya endeksa çapemeniya azadiyê de 180 welat cih digirin. Tirkiye di nava van welatan de di rêza 157’emîn de ye. Tirkiye sala par jî di rêza 157’emîn a lîsteyê de cih giritbû. 3 welatên di rêzên 3’yemîn ên lîsteyê de cih digirin jî neguherîn. Sê welatên herî baş ên ji bo çapemeniya azadiyê di lîsteyê de cih digirin Norveç, Fînlandiya û Swêd in.    Koreya Bakur ku li gorî salên 2017-2018’an di dawiya lîsteyê de cih digirt astek bilind bû û ket rêza 179’emîn. Di rêza dawî de Turkmenîstan digire. Bi kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi re jî Erebîstana Sudî sê ast daket û ket rêza 172’yemîn.    Di rapora RSF’ê de rexneyên tund li paşdemayîna demokrasî û serdestiya hiqûqa Tirkiyeyê hatin kirin û wiha hat gotin: “Nêçîra hikumeta Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a li dijî medyayê piştî darbeya leşkerî ya 2016’an ku têk çû derket lûtkeyê.” Dî raporê de hat gotîn bî dehan sazî û dezgehên medyayê hikumeta Tirkiyeyê xistiye bin kontrola xwe û gellek sazî jî ji holê hatin rakirin.    Di raporê de hat bibîrxistin ku li Tirkiyeyê gellek rojnamegeran diavêjin hepsê û norma nû ya li Tirkiyeyê girtîgeh in.