Rewşa Sîbel Akdenîza di grevê de ye nebaş e 2019-04-18 09:11:35   MÊRDÎN - Sîbel Akdenîz ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 5’ê Çile de ye li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, hat hînbûn ku daketiye 40 kîloyî û hişê wê carna diçe.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 162’emîn de didome. Piştî Leylayê bi sedan girtî bi heman armancê ketin grevê û yek ji van jî Sîbel Akdenîz e. Çalakiya Sîbelê ket roja 104’emîn. Hat hînbûn ku Sîbelê 10 kîlo daye û her wiha serê wê gej dibe, ser hişê xwe diçê.    ‘Em bimrin jî dest jê bernadin’   Li gorî agahiyên ji malbata wê hatiye girtin Sîbel rewşa wê nebaşe û ji ber kîlo daye, gelek cilên wê jê re nabin û her wiha gotiye ‘Ew bimrin jî dest jê bernadin.’ Sîbelê di roportaja ku dabû ajansa me de der barê armanca çalakiyê de wiha gotibû: “Em kesên ku dixwazin bibin rêhevalê Kemal Pîr yê gotiye ‘Em bi qasî bimrin ji jiyanê hez dikin.’ Em dixwazin bibin rêhevalê Mazluman yên ji bo îxanetê parçe bikin bedena xwe kirin meşale. Em jî dikarin wek Semayan bibin pira berxwedanê. Ji ber vê em dibêjin ku gotina dawî kesên beriya me ji xwe gotine. ‘Dawî çi dibe bila bibe wê gelek xweş be’ gotina lehengê Sûrê Şehîd Çiyager e. Em ê teqez bi serkevin.”   Li girtîgeha Mêrdînê ji 5’ê Çile de girtiyên di grevê de ne wiha ne: Sîbel Akdenîz, Bayram Demîrhan, Mahsun Şen, Zana Yilmaz, Bîrdal Abay, Şerîf Demîrtaş, Vedat Duyuş, Bariş Akkuş, Oktay Gul.