Çalakiya Kongra Star a ji bo piştevaniya greva birçîbûnê bi dawî bû 2019-04-17 19:45:58     ŞEHBA - Çalakiya piştevaniya grêva birçîbûna ya bi pêşengtiya Kongra Star a Efrînê û di bin dirûşmeya”Berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in” li qada Ehres a Şehbayê bi dawî bû.”   Bi dirûşmeya”Berxwedana çalakiya greva birçîbûne pîroz e, em hemû leyla û Nasir in” çalakiya Rêxistina Kongra Star ya di dîroka 10 Nîsanê bi vedana çadirê piştevaniya berxwedaniya greva bircbûnê da dest pê kirin û her roj saziyek piştevaniya xwe ji bo çalakvanên greva bircûnê didan nîşan, îro bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin.   Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû pakrewanên azadiyê  dest pê kir, piştre axaftin li ser navê koordinasiyona Kongra Star Hediye Yosêf hat kirin, di axaftinê de Hediye dest nîşan kir ku berxwedaniya ku Mazlûm Dogan dest pê kiriye, îro bi pêşengtiya Leyla Guven berdewam dike û got:" Weke jinên kurd xwedî îrade û hêz em ê komploya Navnetewî ku li ser Serok Apo tê meşandin hilweşînin, ev çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengtiya Leyla Guvan û rêhevalên wê li hemû cîhanê belav bûye ji bo tecrîda giran li ser Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe ye."   Piştre daxuyanî ji aliyê endama Kongra Strar a Efrînê Nûrşan Hisên hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   Çalakiya girêvên birçîbûnê ya bi pêşengtiya jina leheng û berxwedêr Leyla Guven û bi dehan rêhevalên dozê pêk hatiye ji hemû dinyayê re îsbat dike ku gelê azadîxweaz dikare canê xwe jî li ser riya azadiyê feda bike. Ev çalakiya ku li her çar aliyên cîhanê deng vedaye û wek lehiyeke her ku diherike mezin û geş dibe wê bê guman azadiya fîzîkî ya Serok Apo bi xwe re bîne, lê belê heya niha tê xuyakirin ku komploya Navnetewî ya bi armanca tunekirina gelê kurd û têkbiriba felsefeya Netewa Demokratîk hêjî berdewame û bê dengiya cîhanê gihaştiye asta sûcê li dijî mirovahiyê.   Li ser vê bingehê, em jinên Rêxistina Kongra Star ya Herêma Efrînê çalakiya xwe ya girêva bircbûnê ya dorveger bi dawî dikin û dibêjin ku ger çalakiya me di fermiyetê de bi dawî dibe, em ê her rojên xwe bi dilsoziya bi Leyla, girtiyên azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan re derbas bikin, wê hertim dilê me ji bo azadiyê lê bide. Em ji bo raya giştî teqes dikin ku pîlanên dewleta tirk a  faşistî tevî komplogerên Rûs û hevalbend  û çeteyên wan her diçe qirêjtir dibin û bi armanca valakirina Efrîn ji gelê wê û parvekirina erdnîgarî ya Sûriyê, her tiştê ji destê wan tê bi şer dikin. Ji ber wê jî, wê çalakiyên me yên bi mebesta rizgarkirina Efrînê rojane berdewam bin û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de, wê amadekariyên me her bilind bibin. Em jinên azadîxwaz û welatparêz ên Herîma Efrînê, tevî hemû gelê me yê bi darê zorê ji axa xwe hatiye dûrxistin, ji hemû cîhanê re dibêjin ku heya nefesek di canê me de heye, em ê bibin parêzvanên doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina xaka Efrîn. Û her jiyana xwe ji bo pêkanîna aştî, wekhevî û dadmendiyê seferber bikin û li ser rêgeza rêheval Mazlûm Dogan; Berxwedan jiyane bimeşin û bijîn.”