Hevşaredarên berê yên Qoserê tahliye bûn 2019-04-17 16:25:03   MÊRDÎN - Hevşaredarên Berê yên Qoserê Leyla Salman û  Îsmaîl Asî tahliye bûn.   Li navçeya Qosera Mêrdînê di 2’yê Çileya 2016’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman, Îsmaîl Asî û 5 kesên ku bi wan re tên darizandin de doza hat vekirin, 12'emîn rûniştina dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Leyla Salman tevlî dozê nebû û Îsmaîl Asî ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê bi rê ya SEGBÎS’ê tevlî bû. Parêzer, malbatên kesên tên darizandin, Parlemantera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, rêvebirên HDP û DBP’ê tevlî dozê bûn. Hevşaredarên Berê yên Qoserê Leyla Salman û  Îsmaîl Asî tahliye bûn   Doz bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di serî de meqama îdîayê mudatalayê nû kir. Meqama îdîayê kesên ku navên wan di dosyeyê de bi îdîayê “Endamtiya Rêxitinê” û “Bi xwestek alîkariya rêxistinê kirin” xwest ku bên ceza kirin.   Di dozê de parêzerên ku parastin kirin parastinên xwe yên doza pêşî dubare kirin û biryara tehliyeya muwekîlên xwest. Piştî parastinên ku hatin kirin Heyeta Dadgehê di derbarê Leyla Salman û Îsmaîl Asî de ji ber sûc bê wasifin û demeke dirêjin girtîne biryara tehliyeya wan da. Kesên ku bi wan re negirtî tên darizandin jî biryara berdewamiya şertê kontrola edlî da.