'Vejîna Çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye' 2019-04-17 15:43:52   ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Vejîna çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye", Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê li kampa Serdemê ya Şehbayê bi şahiyekê Çarşema Sor pîroz kir.   Bi sedan şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne berê xwe dan qada kampa serdem ya Navçeya Ehdas a Şehbayê û Çarşema Sor pîroz kirin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir, piştre Koma lavayên olî ya zarokan şahî pêşwazî kirin. Paşê Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efîrnê Sûad Hiso, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebd El-Ekerîm Saroxan, li ser navê malbetên şehîda Henen Nesra, li ser navê Koordinasiyona Kongreya Star Ayşe Xezne axivîn.   Di axaftinan de Çarşema Sor li Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan, li  Êzîdîyan û tevahî tekoşerên azadiyê hat pîroz kirin û gotin: "Dê Çarşema Sor ya nîsanê bibe soza rizgarkirina Efrînê."   Her wiha komên Mamosteyên Êzîdî lavayên olî xwendin. Paşê daxuyanî li ser navê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyeyê ji aliyê Sulêman Cafer ve hat xwendin, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çiqas ferma bi serê Êzidiyan hatibe wan dîsa jî dev ji çanda xwe bernedane û ew ê her têkoşîna xwe bidomînin.    Paşê koma Civîkên Zerdeşt, Agirî, Azdahî û Şengal bi stranên xwe çarşema sor pîroz kirin, her wiha koma çiyaya kurwênc ya govendê û Yekîtiya Hunermendan  stranên xwe pêşkêş kirin.   Şahî bi govend û stranan bi dawî bû.