Çalakiya greva birçîbûnê ya Wanê koma 3'emîn dewr girt 2019-04-17 14:17:29   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya xizmên girtiyan ku bi armanca piştevaniyê dan destpêkirin li avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê ji aliyê koma 3'emîn ve hat dewergirtin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 161'emîn de berdewam dike û çalakiya girtiyan ku bi heman armacê dan destpêkirin jî li girtîgehan didome.Li Wanê jî bi armanca piştevaniya bi girtiyan re malabtên girtiyan li avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê çalakiya greva birçîbûnê ku dan destpêkirin ji aliyê koma 3'emîn ve dewr hat girtin û didome.    Ji çalakvanên ku çalakî dewerî koma 3'emîn kirin Ferdî Sarikaya wiha got: "Daxwaza Leyla Guven daxwaza Gelê Kurd e. Leyla Guven mafdar e divê tecrîd bê rakirin."   'Em ne mirinê jiyanê diparêzin'   Ji koma 3'emîn ku çalakî dewr girtî Bêrîvan  Budakkaya jî bi dirûşma ,"Bijî berxweana zindanan" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Em bang li hemû rayedaran dikin û dibêjin ji bo li girtîgehan mirin çênebe bila her kes bi erka xwe rabin. Em ne mirinê jiyanê diparêzin."   'Wê têkoşîna me heta tecrîd bi dawî bibe bidome'   Ji xizmên girtiyan Necla Yacan jî ev tişt got: "Kesa ku berxwedan da destpêkirin rêheval Leyla ye û hevlên ku li ser rêya wê ne.Berxwedana Leyla berxwedana me ye. Em ji bo vê li vir in. Heta ku berxwedana me bi encam bibe em ê bidoînin. Heta ku tecîrîd bi dawî bibe wê ev berxwean bidome."