Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir 2019-04-17 12:36:35   AMED - Polîsan mudaxeleyî daxuyaniya şermezarkirina tecrîdê û biryara YSK’ê ya KHK’iyan a parlamenterên HDP’ê û welatiyan kirin. Di mudaxeleyê de Parlamentera Remziye Tosun birîndar bû.   Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê xwest li Parka Koşuyolu tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryar YSK’ê ya ji bo KHK’iyan şermezar bike daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsan destûr neda daxuyaniya HDP’ê. Polîsan parkê bi maşîneyên zirxî dorpêç kiribû û mudaxeleyî parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û welatiyan kir. Maşîneyên TOMA ava şid reşandin komê û di mudaxeleyê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun birîndar bû.    Tosun ji hişê xwe çû û wê rakirin nexweşxaneyê. Li parkê rageşî didome.