Malbatên girtiyan bi kelepçeyan hatin muayenekirin 2019-04-17 09:54:10   STENBOL - Polîsan duh 16 xizmên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebzeyê xwestin nobet bigirin binçav kiribûn û piştî îfadeyên wan hatin sitendin hatin berdan. Welatiyan diyar kir ku ew hem li emniyetê û hem jî li kontrola tenduristiyê ya li gel bijîşke bi saetan ji pişt ve kelepçekirî hatin hiştin.   Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîda li hemberî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobet girtinê li dar dixin. Di roja 7’emîn a çalakiyê de polîsan mudaxeleyî malbatan kir û siyasetmedar jî di nav de 16 kesan binçav kiribûn. Destê welatiyan ji paş ve kelepçe kirin û pê li serê wan kiribûn.   Polîsan binçavkiriyan birin emniyeta Gebzeyê. Piştî karên li emniyetê 16 kesan birin nexweşxaneyê û bi dû kontrola tenduristiyê berdan. Koma ku piştî hat berdan çûn avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê û civîna çapemeniyê li dar xist.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr li ser navê yên hatin binçavkirin daxuyanî da û bi bîr xist ku malbat ji bo desteka girtiyan 7 roj in çalakiya nobetê li dar dixin. Demîr got malbat hefteyeke bi zextên polîsan re hevrû mane. Esengul da zanîn ku ew bi mudaxeleyê re hevrû mane û wiha axivî: “Bi gaza îsotê mudaxeleyî me kirin. Me derb kirin û binçavkirin. Hevalên me nêzî 7 saetan ji paş ve kelepçekirî hatin hiştin. Bi pêkanîna kelepçeyê jî kontrola tenduristiya wan kirin. Yanî bi kelepçekirî derxistin pêşberî bijîşk. Lê bila her kes baş dizanibe heta em tecrîdê bişkînin em ê di nav çalakiyan de bin. Di her şertê de em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”