Evîn Paşo: Jin dibin qurbanê adetên civakê 2019-04-17 09:01:58   Ronîda Hacî/Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongra Star Evîn Paşo derbarê êrîş û tundiya li ser jinê de anî ziman ku jin her di bin adetên civakê de tên çewisandin û wiha got:"Her jinek tê qetilkirin parçeyek ji canê me winda dibe. Divê em hemû civak bibin yek û li dijî tundî û qirkirina li ser jinê derkevin. Heger em wiha nekin dê ev yek ji bo siberoja civakê xeter be."   Her dem jin di bin hedefên pergalên serdest de hatine xwestin ku bên çewisdandin.  Serdestan her xwestine di şexsê jinan de civakê bi temamî bixin bin desthilatdariya xwe. Berxwedan û serîhildana jinan a li hember neheqî û mafxwarinê jî her dem dewam kiriye. Der barê vê mjiarê û hemleya ku rêxistinên jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê,  ji 16'ê Adarê de bi pêşengtiya Rêxistina Sara a li dijî tundiya li ser jinê dest pê kirine û di 25'ê Mijdarê de bi dawî dibe, me bi Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo re hevdîtin pêk anî.   'Qetilkirina jinan sûcê sîstema desthilatdar e'   Evînê diyar kir  ku qetilkirina jinan sûcê sîstema desthilatdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sîstemên desthilatdar xwe li ser keda mirovan di cîhanê de dide avakirin. Zext li mêr jî dihat kirin da ku her dem pêwîstiya wan bi sîstemê hebe.  Êdî mêran jî hêrs û tola xwe ji jinê hildan. Di Şoreşa Jinê ya Rojavayê Kurdistanê de û piştî 8 salan em hê jî rastî bûyerên qetilkirin, tecawiz û revandinê tên. Ji bo ev ji holê rabe xebatek berfireh û bi hev re pêwist e. "   'Pêşketina hişmendiya jinan ji mêran re metirsiyeke'   Evînê anî ziman ku jin tarîtiyê ber bi ronahiyê ve dibe û wiha dom kir:"Di têkoşîna 9 salan de me hewl da ku wekhevî di navbera her du zayendan de pêk were heta radeyeke baş pêk hat. Mêr pêşketina hişmendiya jinê ji bo xwe wekî metirsiyekê dibîne. Jin êdî bi têkoşîna xwe ya salan tarîtiya jiyana xwe ber bi ronahiyê ve dibin. Tam jin bi rengekî giştî negihiştiye wê astê ku bikaribe pirsgirêkên  xwe bi komele, sazî û rêxsitinên jinan re parve bike."   'Her ku jinek tê qetilkirin parçeyek ji canê me diçe'   Evînê diyar kir ku meşa jinan a ber bi azadiyê ve didome û wiha dewam kir:"Di vê dema dawî de 3 jinan li Hesekê, Zirgan û Qamişloyê di bin navê olperestî û namûsê de hatin qetilkirin. Qetilkirina her 3 jinan ji me re wekî derbeyek mezin bû lê ya herî girîng jinan gav şûnde neavêtin û riya perwerdekirina kesayeta xwe û civakê didomînin. Her ku jinek tê qetilkirin parçeyek ji canê me diçe. Lê em ê li dijî qetilkirin û tundiyê her dem têkoşîna xwe bidomînin."   'Li devera jin hat kuştin dê jiyan lê şîn bibe'   Evînê da zanîn ku devera jin lê tê qetilkirin dê jiyan şîn bibe û wiha got: "Di dema îro de her jinek tê qetilkirin li wê deverê meşên jinan tên lidarxistin da ku cihê jin lê tê qetilkirin ji nû ve şîn bibe û bibe destpêka parastina jin û jiyanê. Jin dibin qurbanê adetên civakê. Divê ji bo em pêşî li vê yekê bigirin em bêtir bixebitin. Hemleyên ku ji aliyê Rêxistina Sara û saziyên jinan hatine destpêkirin gelekî girîng in. Ji bo tundî û êrîş ji holê rabe rêyek baş e. Divê hemû civak deng bidin vê hemleyê. Divê hemû civak piştigiriyê bide û li dijî tundî û êrîşên li ser jinê derkevin."   'Rexnedayîn û soza çareseriyê'    Evînê li hember bûyerên qetilkirina jinan rexnedayîna xwe wekî rêxistin da û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em wekî rêxistinên jinan li hember qetilkirina jinan û tecawizkirina wan rexnedayîna xwe didin çimkî em ji sedî sed nebûn hêza çareserkirina ji pirsgirkên civakê re. Divê em bêtir bixebitin û zihniyeta baviksalarî ji holê rakin. Em ê hewl bidin ku xwe bigihînin tevahî jinan û hember hişmendiya mêr, wan zana bikin."