Hevşaredarên mazbatayên xwe girtin dest bi xebatê kirin 2019-04-16 17:01:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên Sêrtê Bêrîvan Halen Işik û Resûl Kaçar û hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas  Hîlmî Azîzoglu ku mazbatayên xwe gitin dest bi xebatê kirin.    Hevserokên Şaredariya Sêrtê Bêrîvan Halen Işik û Resûl Kaçar û yên Şardariya Farqînê Naşîde Toprak û Abbas  Hîlmî Azîzoglu ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ku mazbatayên xwe girtin civîna xwe ya yekem a meclisê pêk anîn.    Piştî civîna yekem a meclisa şareaeriyan ji bo qadên xebatê biryar hat girtin ku komîsyon bên avakirin.    Li Aliyekî jî serdana welatiyan a hevşaredaran berdewam dike.