Polîs êrîşî malbatên di çalakiya nobetê de ne kir: 20 binçavkirin 2019-04-16 15:41:48   STENBOL - Polîsan êrîşî çalakiya nobetê ya malbatan a li ber Girtîgeha Gebzeyê kir û gelek xizmên girtiyan bi derbkirinê binçav kirin.   Polîs Êrîşî malbatên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ku li ber Girtîgeha Tîpa M a Gelbzeyê  ji 9'ê Nîsanê de çalakiya nobetê dabûn destpêkirin kir.  Di encama êrîşa ku het kirin de gelek malbatên girtiyan hatin derbkirin û herî kêm 20 kes hat binçavkirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsan dan û ji bo biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin. Polîsên ku xwestin berzkirina dirûşmeyan asteng bikin, gelek kes derp kirin.    Welatiyan bertek nîşan dan   Welatiyên derdorê bertek nîşanî mudaxileya polîsan da û gotin: “Gelo mafê kombûyîna mirovan, daxuyanî dayînê û meş lidarxistin tuneye? Ev mafeke.”    Polîsan êrîşî hev kir    Polîsan di dema mudaxileyê de, bi şaşî amîrên xwe derp kirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a navçeya Gebze.