'Ji bo mirinên nû pêk neyên divê çareserî pêk bê' 2019-04-16 15:11:52   STENBOL - Koordînasyona Destaya Hiqûqî ya Stenbolê, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên dewam dikin û wiha got: “Îro bi hezaran mirov di girtîgehan de, canê xwe danîne holê. Ji bo ev deng bê bihîstin, mirinên nû pêk neyên divê çareserî bê dîtin û tecrîd rabe.”    Koordînasyona Desteya Hiqûqî ya Stenbolê, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin de, li ber deriyê Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat vekirin û bê navber dirûşmeya “Tecrîdê rakirin û mirinan rawestînin” hat berzkirin.    '7 hezar girtî di grevê de ne'   Li ser navê Saziya Hiqûqî Parêzer Several Ballikaya daxuyaniya hevpar xwend. Several diyar kir ku Leyla Guven ev 160 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û nêzî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Several di daxuyaniyê de wiha got: "Ligel grevên birçûbûnê, di vê pêvajoyê de 8 kesan li dijî pêkanînên Girtîgeha Îmraliyê dawî li jiyana xwe anîn. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û mûamelyên xerab ên bi pergalî, tim di rojeva  sereke ya Tirkiyê de cih girtine. Encamên grevên birçîbûnê xirabin û çalakiyek pir zor e. Ger grevên birçûbûnê dewam bikin, dê bibe sedema nexweşiyan. Êdî grevên birçîbûnê ketiye asta herî krîtîk. Tenê daxwazeke kesên di grevên birçîbûnê de heye. Dixwazin li Girtîgeha Îmraliyê, mafên qanûnî bên naskirin û tecrîd bê rakirin. Berî ku mirin pêk were, divê dewlet gavê bavêje. Îro bi hezaran mirov di girtîgehan de, canê xwe danîne holê. Ji bo ev deng bê bihîstin, mirinên nû pêk neyên divê çareserî bê dîtin û tecrîd rabe.”    'Ji bo çareseriyê gav bavêjin'   Several bang li rayedaran kir û wiha axivî: “Em weke hiqûqnasan, bang dikin. Bila dayika Sabîha Leyla Guven nemire û bijî. Bila kurê Hazal Taş Îsmet Taş nemire û bijî. Bila kurê Levent Kûrt Seyhan Kûrt nemire û bijî. Bila birayê Velî Barût Bûrhan Barut nemire û bijî. Bila hempîşeyê me Denîz Surgut û kesên me navê wan li vê derê negot nemirin û bijîn. Berî ku mirovên me di grevên birçûbûnê de jiyana xwe ji dest bidin, ji bo çareseriya pirsgirêkê gav bavêjin.”