Zehra Dogan Rojeke Leyla Guven xêz kir 2019-04-16 12:45:28   AMED - Rojnameger - wênesaz Zehra Dogan, rojeke Leyla Guven a li dijî tecrîdê 160 roj e di grevê de ye xêz kir.    Rojnameger - wênesaz Zehra Dogan, rojeke Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) û parlamentera Partiya demokratîk a Gelan (HPD) ya Colemêrgê  Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêbêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 8'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye û çalakiya xwe di roja 160'emîn de berdewam dike xêz kir.    Di xêzkirinek rojekê de, xwednina pirtûka nivîskara Îranî Furug Ferrugzad a bi navê "Birînên min ên evînê ne" a ku ji aliyê Platforma  Rojanameger Jin a Mezopotamyayê ve di 23'ê sibatê de hat diyarîkirin ji aliyê jiann ve tê xwendin diyar dibe. Di xêzkirineke din de jî serdana dayika Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê li girtîgehê dawî li yana xwe anî tê dîtin. Herwiha di xêzkirinek din de jî rakirina ser piyan a bi alîkariya aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Zelal Bîlgîn û ji aliyê keça Leylayê ve Sabîha Temîzkan tê dîtin.     Herwiha di xêzkirinekê de jî serdana Parlamenterê Wnaê ku li avahiya HDP'ê ji meha Adarê de di greva birçîbûnê de ye û çû serdana Leylayê tê diînin.