Rayedar zewaca zaroka 13 salî ji nedîtî ve tên 2019-04-16 10:31:27   MÊRDÎN - Li gundê Erbete yê navçeya Dêrîka Mêrdînê, hat îdîakirin ku mêrê bi navê E.S. keça xwe ya 13 salî wê bi kesê bi navê Orhan Savucu re bizewicîne.     Zewicandina zarokan a di temenê biçûk de, li Kurdistan û Tirkiyeyê pirsgirêka civakî ya herî sereke ye. Li gundê Erbete ya navçeya Dêrîka Mêrdînê, hat îdakirin ku mêrê bi navê E.S. jina bi navê Z.Y. re zewiciye û 8 zarokên wî yên keç çêbûne.  E.S. ê ku ji ber lawê wî çênebûne Z.Y. sûcdar kir, careke din zewiciye. Z.Y. ku her roj ji aliyê E.S. ve rastî tundiyê hat li qereqolê gilî gilî kir. Piştî ku Z.Y. gilî kir derbarê wî de doz hat vekirin.    E.S. yê ku her roj jina pê re hatiye zewicandin bi tundiyê re rûbirû dihêle, di heman demê de zarokên xwe yên keç jî di temenê biçûk de dizewicîne. Li gorî agahiyên ku ji cîran û xizmên malbatê hatin girtin E.S. keça xwe ya 13 salî jî wê bi kesê bi navê Orhan Savucu yê 22 salî re soz kiriye. Piştî ku ev bûyer jî hat bihîstin cendirmeyan E.S. binçav kirin û piştî ku îfadeya wî hat girtin carekedin serbest hat berdan.     'Di temenê 13 salî de dizewicînin'   Li ser agahdarkirina zeweca zaroka  13 salî me xwe gihand kesê bi navê O.S. O.S. îdia kir ku zarok bi daxwaza xwe dixwaze pê re bizewice.  Herwiha piştî ku bûyer hat bihîstin li ser bertekên civakê, Bi talîmata Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê, cendirmeyên gund û mamosteyên zarokê hatin gel malbatê û bi wan re axivîn. Bavê zarokê E.S, bi awayekî sosret aniye ziman ku daxwaza zarokê jî heye.  Wezareta  Polîtîqaya Civakî û Malbatê ji bûyerê re çavên xwe digirin û tu tiştî nakin.