Ji Rahşana ku xistin hucreyê peyam: Em berxwe didin, lê hûn berxwe nadin 2019-04-16 09:03:24   Melike Aydın    ÎZMÎR - Rahşan Aydin ku 122 roj in li girtîgeha Şakranê di grevê de ye û beyî refekata wê hebe xistine hucreyê, bi hevkariya malbatê peyamek şand û wiha got: “Hûn di rewşeke xerabtir de nin, di esasê de hûn li xwe baldar bin, em berxwe didin, lê hûn berxwe nadin.”   Rahşan Aydin di 26’ê Kanûna 2018’an de heta niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Di roja 118’an a çalakiya wê de, cezayê muebetê yê girankirî ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin û wê xistin hucreyê. Malbata wê ku çû serdana Rahşanê daxwazên girtiyan ragîhandin û der barê rewşa keça xwe de agahî dan   ‘Em dayikin kezeba me dişewite’   Dayik Altun Aydin daxuyakirin ku keça wê ji ber sedemên mafdar ketibe grevê jî kezeba wê dişewite û wiha got: “Moralê Rahşanê pir bilind bû. Wê moral da me. Ew baş be em jî baş in. Girtî dibêjin aştî bi muzakereya bi Abdullah Ocalan re pêkane. Dixwazin tecrîd rabe. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin.”   ‘Her kes ji bo azadiya xwe ket grevê’   Rahşan nêzî 2 sal in li Şakranê girtiye û dema hat girtin ewil 7 mehan li girtîgeha Amedê ma û piştre jî surgunê Şakran û girtîgeha Elezîzê kirine. Piştre dîsa surgunê Şakranê hatiye kirin. Xwişka Rahşanê, Delal Aydin wiha got: “Xwişka min di HDP’ê de dixebitî. Diçû alîkariya her kesî. Hestiyar û bi înat bû. Azadîxwaz bû. Ji ber vê ket grevê. Rahşanê 9 kîlo daye. Lê moralê wê pir baş e. Tecrîd bandor li her derê kiriye. Rewşa her kesî ne baş e, lê ya Kurdan pir zehmete. Kes deng dernaxe. Yên deng derdixin jî tên girtin. Rahşanê got ‘rewşa we ne baş e, hûn li xwe baldar bin, em berxwe didin, lê hûn berxwe nadin.’”   Bavê wê Osman Aydin wiha nerînên xwe anî ziman: “Nayê hesabê dayikan. Bi êrîşan dixwazin bi dayikan şûnde gavê bidin avêtin. Ev jî bêtehemuliya dewletê nîşan dide. Naxwazin kes deng derbixin. Ev dayik ji bo zarokên xwe berxwe didin. Kezeba wan dişewite. Ger bi sedhezaran daketina kolanê wê hikûmetê zilm li wan dayikan nekiriban.”