Malbatên Girtiyan ji Wezareta Dadê re Faks şandin 2019-04-15 16:22:14   AMED - Malbatên girtiyan derbarê grevên biçîbûnê de ku li girtîgehan berdewam dike ji Wezareta Dadê re faks şandin   Malbatên girtiyan derbarê Girva birçîbûnê ku li girtîgehan berdewam dike de ji Serkkomar û Wezîrê Dadê re faks şandin. Malbatên Girtiyan li postexaneya Ofêsê ya Amedê li gel Hevşaredarên Baglarê Zubeyde Zumrut û Zeyad Ceyalan, rêvberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn. Malbatên girtiyan fksên ku yek bi yek nivîsîn ji Serokkomar û ji Wezareta Dadê re şandin.    Di faksên ku hatin şandin de de xizmên gitiyan xwestin ku  Wezareta Dadê guh bide daxwaza girtiyan, daxwaza wan bicih bê û Tirkiye qanûnên xwe pêk bînin. Piştî şandina Faksan ji aliyê malbatên girtiyan ve daxuyaniyeke kurt hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê dayika Ferhat Yildiz ê ku li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H di grevê de ye Hatun Yildiz ve hat xwendin.Di faksên ku hatin şandin de de xizmên gitiyan xwestin ku  Wezareta Dadê guh bide daxwaza girtiyan, daxwaza wan bicih bê û Tirkiye qanûnên xwe pêk bînin.    'Tendirustiya girtiyan roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe'   Hatun diyar kir ku armanca wan ew e ku piştevaniya xwe bi girtiyan re ragihînin, tendirustiya girtiyan her ku diçe xira dibe û got ku ew ji encamên derkevin holê jî bi fikar in.   Hatun çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku di roja 159 'an de berdewam dike bi bîrxit û got ku di pêşengiya Leyla Guven de çalakiya Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hezar kes derbas kiriye.   Piştî daxuyaniyê xizmên gitiyan bi dirûşma "Bijî berxwedna zindanan" jî Postexeneyê veqetiyan.