Konferansa jinên ciwan bi nirxandinên girîng didome 2019-04-15 14:09:55   KOBANÊ - Konfrasa Jinên Ciwan a yekemîn li Kantona Kobanê bi nirxandina rewşa jinên ciwan didome.   1'emîn Konfransa Yekîtiya Jinên Ciwan a li Kantona Kobanê ku bi beşdarbûna 200 delegeyan dest pê kiribû, bi nirxandinên di derbarê pêşketinên û pirsgirêkên jinên ciwan de didome.   'Konfrans îsbata serkeftina siyaseta me ye'    Ji bo nirxandina rewşa siyasî jina ciwan Medya Mihemed wiha axivî: "Serkeftinên me gelek in, lê xeterî jî mezin in. Îro me serê xwe di cîhanê de hildaye û em dibêjin me DAIŞ tune kir me hovîtî bi dawî kir, loma em dikarin rewşa xwe ya siyasî bi serbilindî binirxînin. Ji bo vê jî êrîşên li dijî me jî zêde ne. Dewleta Tirk her tim gefên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin. Lê ji bo ku em parastina şoreş, hebûn, nasname, nirx û cewherê xwe bikin divê ku em xwe di aliyê siyasî de pêş bixin û xurtir bikin. Konfransa me li vî bajarê ku li dijî DAIŞ'ê bi ser ket û çirûska şoreşa Rojava dest pê kir, îsbata serkeftina siyaseta me ye."   Piştre rapora kar û xebatên salekê hat pêşkêşkirin û di çarçoveya pirsgirêkên rêxistibûyînê, jinên ciwan di civakê de, zewaca bi temenê biçûk, tundiya li ser jinan, welatparêzî û bandora pergala kampîtalîst li ser jinên ciwan.    Weke ku hat payîn wê di dawiyê de Meclîs were hilbijartin û encamnameya konfransê bi daxuyaniyeke çapemeniyê were ragihandin.