Li Kobanê 1'emîn Konfrensa Jinên Ciwan dest pê kir 2019-04-15 11:33:17   KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ên herêma Firatê bi dirûşmeya "Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin" dest bi 1'emîn konfransa xwe kir.   Bi beşdarbûna 200 delegeyan û nûnerên jinên ciwan ên Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Sirînê û nûnerên Kongreya Star, Komîteya Jineolojî, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê li navenda xwe dest bi xebatên konfransa xwe ya 1'emîn kirin.    Di salonê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan, alên YJC'ê, wêneyên Leyla Guven, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Emara Kobanê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şeylemaz, Arjîn Çarzan  û pankarên bi nivîsa "Ji bo Efrînê dem dema tevlîbûnê ye", "Serî hilde berxwe bide tecrîdê bişkîne faşîzmê têk bibe" hatin daliqandin.    Konfransê bi deqeyek rêzgiritin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir, paşê endama Kongreya Star Sozadar Çiya  wiha axaftina vekirinê kir: "Weke jinên ciwan ên Kobanê konfranseke bi vî rengî gavek pir girîng e, jin bi çand û îradeya xwe xwedî li nirxên xwe derdikevin. Jin xwedî îdeolojîk û felsefeyeke azad in ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo gavên ber bi azadiyê ve davêjin. Parastina herî mezin û xurt rêxstinbûyîn e, loma jî hêza rêxistinbûyînê bersiva herî mezin e li dijî dijminên me yên desthildar û kapîtalîst e."     Piştre di derbarê rêxstinbûyîna jinên ciwan de perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin û sinevizyon di derbarê kar û xebatên jinên ciwan de hat pêşkêşkirin.   Konfrans bi xwendina rapora salekê ya kar û xebatê Jinên Ciwan ên Herêma Firatê didome.