‘Divê tundiya hemberî jinan bên lêkolîn kirin’ 2019-04-15 10:02:34   NAVANDA NÛÇEYAN - Komeleya Jinên Kurdistan ya şaxê Soran bang li parlamentoya herêma Kurdistan û aliyên peywendîdar kir daku dozên jinên hemberî şîdetê tên lêkolîn bikin. Herwiha hate gotin ku divê ji bo bidawî anîna şîdeta hemberî jinan hewldanên cidî werin kirin.   Komeleya Jinên Kurdistan ya şaxê Soran li ser zêdebûna binpêkirinên hemberî jinan yên li herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belavkir.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku mixabin li herêma Kurdistanê rêjeya xwe şewtiandin û kuştinê zêde bûye. Hate gotin ku di mehên dawî de li herêma Soranê 5 bûyerên xwe şewitandinê pêkhatine û gelek jin jî hemberî êrîş û îşkenceyê hatine.   Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemberî jinan binpêkirin zêdebûne. Di bûyerên xwe şewitandinê de jin dibin zexta malbatê de dimîne. Divê li hemberî tund û tujiyê qanûnên pêwîst werin danîn. Kesên sucdar nayên ceza kirin û dozên jinan ji derveyî yasayê tên çareser kirin.  Em bang li parlamentoya herêma Kurdistan û hemû aliyên peywendîdar dikin daku hewldanên cidî ji bo tund û tujiyên hemberî jinan tên kirin bikin. Divê lêkolînek di derbarê dozên jinan de were kirin.”