'Çand û hûner reng dide jiyanê' 2019-04-15 09:52:48   SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê dayîk û keça wê mala xwe kirin navenda folklor û stranên Kurdewarî. Ev yek ji taybetmendî û xweşiktiyek cûda daye mala wana.   Li taxa Bekerecûy a Silêmaniyê malek ji hemû malan cûdatir heye, ew mal jî bi destê dayik û keça wê hatine xemilandin. Odeyên malê bi kel û pelên çanda Kurdewarî hatine xemilandin. Ajansa Rojnewsê serdana vê mala çandî kir.   Dîmen Seîd li gel Şêne diçin odeya çandî ku hemwext weke odeya muzexanê jî hatiye amadekirin ku têde zêdetirî 1000 berhemên çanda Kurdewarî hene. Beşek ji van kel û pelan ji dayîk û bavên Dîmen Seîd mane ku  weke diyariyek ya çanda Kurdewariyêye, Dîmen ev ode weke odeya çanda kurdewarî hilbijartiye û binav kiriye. Beşek ji van kel û pelan jî ji pêşangehên çandî kiriye. Her wiha beşek ji van kel û pelan gelek kevnarene û bi destê jinan hatine hûnandin û nexşandin.   'Ji van kel û pelan bi hestiyar dibin'   Odeya taybet ya kel û pelên Kurdewarî heye ku pêkhatiye ji; Doşeg, balif, perde, çeper, Hêsîr, qenepe, Lampe, Semawer, Radyo, Kulav, Vazû û bi sedan berhemên çandî di nava wê odeyê de cih digrin. Dîmen û Şêne qenepeyê bapirê xwe ji çayxanê anîbûn mala xweya çandî bi awayekî herî ciwan xemilandîne. Dîmenê kefiya, bermal, şonik, eyneya dayîk û seata birayê xwe li odeya xwe hilawêstiye.   Dema Dîmen diçe nava odeya çandî bi demdirêj li wir dimîne û ji van kel û pelan gelek bi hestyar dibe ku berê piraniya van kel û pelan nebû. Netenê odeyên kel û pelên çandî hene, hemwext amêrên stranbêjiyê jî hene, stranên wê li deşta Germiyan û Bokanê belav dibe. Dîmen Seîd herî zêde stranên Elî Merdan û Hesen Zîrek di mala xweya çandî de dibêje.   'Hûner û stran rengê jiyanê ye'   Şêne Mehdawî ku xwendekarê qonaxa sêyem ya beşa stranbêjiyê li Koleja Hûnerî ya zanîngeha Silêmaniyê dixwîne. Şêne hîna di temenê zaroktiyê de fêrî lêdana amûra flotê dibe. Di nava odeyê de herî zêde heskirina wê ji lêdana flotê re heye. Bi cil û bergên kurdewarî stranên folklorî û çanda kurdewarî dibêje. Her wiha bi dilnizmî ji pêşwaziya mêhvanan dikin. Şêne got: “Hûner û stran reng dide jiyanê û mirov ji pirsgirêk û nexweşiyên jiyanê dûr dixe.”    Şêne û dayika xwe ev bi qasî 10 salin karê komkirina berhemên folklora Kurdewarî dikin. Her berhemên ku distînin jî piraniya wan berhemên destê jinane. Van berheman digrin gel xwe û awayek çandî û hûnerî di xemilînin. Dîmen û Şêne evîndarê kel û pelên kevnar yên çanda Kurdewarîne.