‘Em ê îfşakirinê berdewam bikin’ 2019-04-15 09:08:05   Dîlan Babat   ENQERE - Endama Tora Parastina Jinan ku li dijî tacîz û tecawizê li kolanan gumanbaran îfşa dikin, Buse Uçer diyar kir ku gumanbar ji ber têkiliyên xwe yên asta jor tên parastin lê jin jî ne tenê ne û got heta pergala baviksalariyê tune bikin wê bi hev re têbikoşin.   Piştî li Kuluba Sporê ya Ozdemîr a Enqereyê îstîsmara zarokan derket holê şûnde, derket holê ku li Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Hasan Bîlgîn li klînîka xwe ya taybet li hember xwendekarek xwe îstîsmara zayendî pêk aniye. Li ser vê yekê Tora Parastina Jinan ket tevgerê.   ‘Me Yavuz Ozdemîr îfşa kir’   Ji Tora Parastina Jinan Buse Uçer da zanîn ku xwediyê Kuluba Sporê ya Ozdemîr, Yavuz Ozdemîr zarok îstîsmar kiriye, her wiha jinên çûne salona sporê jî tacîz kirine û wiha got: “Zarokek ji malbata xwe re dibêje. Me jî bi hev re hewl da em îfşa bikin û me îfşa kir. Em li ber kuluba sporê ya li Kizilayê hatin cem hev û me got li vir tacîz û tecawiz heye.”   Buseyê da zanîn ku li ser daxwaza çar malbatan doz hatiye vekirin û derketiye holê ku di 2016’an de derbarê Yavuz Ozdemîr de dosyayek îstîsmarê ya din jî heye, lê mixabin dosya hatiye girtin. Buseyê her wiha daxuyakirin ku gumanbarê îstîsmarê li kargeriya xwe ya berê jî li hember zarokan îstîsmar pêk aniye û li Kuluba Sporê ya Ozdemîr a Dîkmenê jî berê bûyera tacîzê hatiye jiyîn û got têkiliyên wî yên bi kesên jor re ew bê ceza hiştiye.   ‘Tirs hatiye afirandin’   Buseyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir piştî vê bûyerê li Fakulteya Veterîner a Zanîngeha Enqereyê jî Hasan Bîlgîn li klînîka xwe li hember xwendekara stajer êrîşa îstîmara zayendî pêk aniye û got li zanîngehan bi hezaran bûyerên nehatine bihîstin, hatine veşartin hene. Buseyê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî mijarê da û got: “ Jin ne tenê ne. Tora parastina jinan ligel wan e. Em jin dibêjin ku heta pergala baviksalarayê têk biçe em ê bi hev re têbikoşin.”