ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2019'AN 2019-04-15 09:00:09   *Endama Meclîsên Jinan a Mêrdînê   Ruşen Oçal, li ser bûyera mirina Rabîa Naz Vatan a 11 salî axivî. Ruşen got ku dixwazin ser bûyera Rabîa Naz bigirin û ev tişt got: “Rabîa Naz întihar nekir, hat kuştin.” DÎMEN HEYE   *Keser Dayan diyar kir ku bi germahiya hewayê re dest bi amadekariyên derketina zozanan kirine û diyar kir îsal gelek qad qedexe bûne, êdî cihên sewalan biçêrînin pir kêm bûne û ji çavkaniyên çiyan fêdeyê nikarin bigirin. DÎMEN HEYE   *Endama Tora Parastina Jinan ku li dijî tacîz û tecawizê li kolanan gumanbaran îfşa dikin, Buse Uçer diyar kir ku gumanbar ji ber têkiliyên xwe yên asta jor tên parastin lê jin jî ne tenê ne û got heta pergala baviksalariyê tune bikin wê bi hev re têbikoşin. DÎMEN HEYE   *Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş diyar kir ku nedayîna mazbatayan a ji bo serokên bi destê YSK’ê hatine hilbijartin, tê wateya ku tercîhên gel nayên naskirin û da zanîn ku ev tê wateya xespkirina şaredariyan.   *Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê ya KESK’ê, diyar kirin ji bo grevên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin piştgiriya şexsî, fêdeya wê tune ye û got divê rewşenbîr, nivîskar û civak bi hev re tev bigerin. DÎMEN HEYE   *Bi wesîleya di15’ê Nîsanê Roja Şopandina Mezinbûna Zarokan de Prof. Dr. Feyza Darendelîler diyar kir ku divê zarok navber bi navber bên şopandin û got di bin kinbûna bejnê de dibe ku nexweşî hebe.